Meşa ciwanên herêma Firatê di roja duyemîn de ber bi Şêranê ve dewam dike

Meşa dirêj ya ciwanên herêma Firatê a li dijî komploya 15`ê Sibatê di roja duyem de dewam dike. Jinên ciwan destnîşan kirin ku ewê têkoşîna xwe dewam bikin û her tim di nava tevgerê de bin.

Kobanê- Li dijî komploya navdewletî ya 15’ê şibata 1999’an li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat pêkanîn, li seranserî Kurdistan û cîhanê çalakî tên li darixstin. Di çarçoevya van çalakiyan de li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî bi pêşengiya ciwanan meşên dirêj hatine birêxstin kirin. Yekîtiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger yên herêma Firatê li dijî komploya navdewletî 13`ê Sibatê dest bi meşa dirêj kirin. Di roja duyemîn ya çalakiyê de, meşê ji gundê Til Xezal yê li Başûrê Kobanê destpê kir û dê li navçeya Şêranê ya li Rojhilatê Kobanê raweste. Tê payîn ku dê di roja sêyemîn de meş ber bi Kobanê ve dewam bike û tevlî meşa giştî ya li dijî komployê bibe. Jinên ciwan ên di nava meşê de bertekên xwe li hember komployê anîn ziman.
"Me jinên Ereb jî para xwe ji bîrdoziya azadiya jinê girtiye"
Zeyneb Îsa ku ji pêkhateya Ereb ya bajaroka Sirînê ye got: "Ev du rojin em dimeşin. Rêber Apo pirojeyên xwe ji tevahî pêkhateyan re pêkêş kir, ji ber vê me weke jinên Ereb jî para xwe ji bîrdoziya azadiya jinê girtiye. Me bi vî rengî xwe û civaka xwe naskir. Em êdî dizanin li ser çi bingehî têkoşînê bidin meşanidn. Ji lewra em deyndarên Rêber Apo ne û emê ji bo azadiya wî ya fîzîkî her tim têbikoşin."
"Emê rê nedin komploger bigihin armanca xwe"
Endama Yekîtiya Jinên Ciwan Silava Bozo jî têkildarî meşê ev tişt anî ziman: "Me serê vê sibehê bi moral û daxwazeke xûrt dest bi roja duyemîn ya meşê kir. Em ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bi îsrar in, ji ber vê em tu carî rê nedin ku armancên vê komployê bi cih werin. Emê her tim li qadan li pey doza xwe bin. Êrîşên dewleta tirk û hêzên komploger ciwanên Kobanê natirsîne, me xwe bi felsefeya Rêber Apo perwerde kiriye ji bo vê jî em gavan paşve navêjin."
Ji meşvanan Dijle Ismaîl jî got: "Em roj bi roj bihêz dibin. Emê li pey azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bin."
A niha di van kêliyan de meş bi berzkirina siloganên "Bê Serok jiyan nabe",  "Berxwedan jiyane" û "Bijî Serok Apo" ber bi navçeya Şêranê ve diçe.