Meşa berxwedanê ya jinan bi serkeftinê didome

Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê ya Minbicê Îbtîsam Ebdulqadîr bi boneya 3’yemîn salvegera qetilkirina Hevrîn Xelef axivî û got: “Meşa berxwedanê ya jinan li pêşberî siyaseta Tirkiyeyê gav paş ve neavêt.”

SÎLVA EL-ÎBRAHÎM

Minbic – Sekretera Giştî ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Hevrîn Xelef di 12’ê Cotmeha 2019’an de dema ku dewleta Tirk a dagirker êrîşê Serêkaniyê û Girê Spî kir li ser riya M4 ji aliyê çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker ve hat hedefgirtin û bi îşkenceyê hat qetilkirin. Bi boneya 3’emîn salvegera şehadeta Hevrîn Xelef Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê ya Minbicê Îbtîsam Ebdulqadir ji ajansa me re axivî. Îbtîsam Ebdul Qadir hedefgirtina Hevrîn Xelef nirxand û da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker dixwest bi vê komkujiyê berxwedana jinan ji holê rabike lê hesabên wê pêk nehat. 

“Dixwazin jinan li derveyî têkoşînê dihêlin”

Îbtîsam Ebdul Qadîr der barê hedefgirtina Hevrîn Xelef de wiha axivî: "Hedefgirtina şehîd Hevrîn Xelef a di êrîşên dewleta Tirkiyeyê ya li ser Serêkaniyê û Girê Spî  bi awayekî hovane û dûrî nirxên mirovahiyê bû. Ev êrîş polîtîka û rêbazên dewleta Tirk ên hewl dide bi çewisandinê rola jinan biçûk bike û dûr bixe careke din eşkere dike.”

“Jinan serkeftinê mîsoger kirin”

Îbtîsam Ebdul Qadir bi gotinên "Her welatekî dagirker ku dixwaze civakê kontrol bike, dest bi pêngavên xwe yên yekem ên valakirina civakê dike û stûna sereke ya ku jin temsîla wê dikin, hedef digre” diyar kir ku şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi pêşengiya jinan pêk hatiye û got: “Faktora sereke ya ku bûye sedema serkeftina vê şoreşê vîn û hêza jinan e.”

Îbtîsam Ebdul Qadir wiha axivî: “Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi pêşengiya jinan dest pê kir, hemû jinan di nava refên xwe de hembêz kir û ev yek jî ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve bû sedema tirsek mezin. Ji ber ku berjewendiyên wan bi tunekirina civakê digihîjin hev lewre jinên xwedî fikrên azad ku di xêzkirina nexşeyê de çalak in, hedef digre.”

“Şehadeta Hevrîn Xelef jinan bêhêvî nekir”

Îbtîsam Ebdul Qadir destnîşan kir ku Hevrîn Xelef di tevahî jiyana xwe de ji bo azadiya civakê têkoşiyaye û got ku her çiqas dewleta Tirk a dagirker bi armanca tunekirina vîna jinan, Hevrîn Xelef hedef girtibe jî ev hesabên wê pêk nehatine û berovajî wê bûye. Tekoşîna jinan piştî şehadeta wê bênavber mezin bûye.