Meryem Zebîdî ya 58 salî hat girtin
Hat diyarkirin ku welatiya Ahvazî Meryem Zebîdî ya 58 salî ku nexweş e piştî ji bo îfadeyê bangî wê kirine hatiye girtin û wê şandine girtîgeha Sepîderê.
					Navenda Nûçeyan- Li Îranê di demên dawî de zextên li ser akademîsyen, lêkolîner, çalakvan û nivîskaran dijwar bûne. Li welat gelek kes tên girtin û aqubeta wan nayê zanîn.
Hat ragihandin ku welatiya Ahvazî Meryem Zebîdî hatiye girtin û wê şandine girtîgeha Sepîderê. Meryem Zebîdî ya 58 salî, di dawiya hefteya borî de, piştî bangîkirina daîreya înfazê ya Dadgeha Şoreşa Ahvazê hat girtin û wê şandin girtîgeha Sepîder a bajar. Meryem Zebîdî berê jî bi teblîxatê, ji bo înfazkirina 4 sal cezayê girtîgehê ji daîreyê bangî wê hatibû kirin.
Meryem Zebîdî cara ewil di 15’ê Adara 20218’an de ji aliyê Miduriyeta Îstîxbarata Ahvazê ve hatibû binçavkirin û piştî zextên psîkolojîk û lêpirsîna bi mehan ji aliyê 1’emîn Şaxa Dadgeha Şoreşê ya Ahvazê ve ji ber sûcên ‘Li dijî ewlehiya welat xebat daye meşandin’ û ‘Têkiliya bi derveyî welat re’ hatibû darizandin. Der barê Meryem Zebîdî de 4 sal cezayê girtîgehê hatibû dayîn, piştî îtirazê dosya ket pêvajoya temyîzê lê belê di meha Cotmehê de Dadgeha Temyîzê ya Eyaleta Xuzistanê biryara hat dayîn erê kir. Meryem Zebîdî ya 58 salî ku nexweşiyên wê yên bêhntengî û hezmê hene, berê jî hatibû binçavkirin.