Melayê failê tundiyê hat berdan

Li Giyadîna Agiriyê meleyê di kursa quranê de li zarokekî dabû û li ser bertekên hatin nîşandan hatibû binçavkirin, hat berdan.

Navenda Nûçeyan- Duh li kursa quranê ya navçeya Giyadîna Agiriyê dîmenê meleyekî ku li zarokekî da di medyaya dîjîtal de hat weşandin.

Tiştên ku hatin jiyîn tevî ku rastî berteka raya giştî hat jî navê mele nehat aşkerekirin ji kar hat dûrxistin. Hat zanîn ku meleyê ku hat binçavkirin, piştî karûbarên îfadeyê hatiye berdan.