Jinên ciwan: Pêwîst e rol û mîsyona YPJ’ê di entegrasyonê de hebe
Jinên ciwan yên di nav Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) de ne, anîn ziman ku YPJ hêza her jinek e, ragihandin ku ew destek didin kampanya ji bo YPJ’ê hatiye destpêkirin û gotin ku: “Pêwîst e rol û mîsyona YPJ`ê di entegrasyonê de hebe.”
NEXEM ÇAÇAN
Qamişlo – Piştî êrîşên dawî yên li ser Rojavayê Kurdistanê, di 29’ê Çileyê de di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk û hikûmeta demkî ya Şamê de hevpeymanek hat îmze kirin. Li gorî bendên hevpeymanê QSD wê mîna 4 tûgayan cihê xwe di nava artêşa Sûriyeyê de bigre. Her wiha saziyên Rêveberiya Xweser li gorî bendên hevpeymanê dest bi pêvajoya entegrasyonê kirin.
Jin tînin ziman ku ew YPJ’ê wekî hêza xwe ya sereke dibînin
Hikmeta demkî ya Şamê ku bi polîtîkayên dijberiya jinan tê nasîn, heta niha YPJ’ê bi fermî qebûl nekiriye. Li Rojava û Sûriyeyê di qada civakî de bertekên jinan bi giştî, li dijî nepejirandina YPJ’ê zêde dibe. Jinên ji her beşên civakê tînin ziman ku ew YPJ’ê wekî hêza xwe ya sereke dibînin. Platforma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan li Rojava, di vê çarçoveyê de ji bo piştgiriya bi Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) re, di 26’ê Nîsanê de dest bi kampanyayek kir.
‘Di bin navê îslamê de jinan qebûl nake û wan qetil dike’
Jinên ciwan yên di nav Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) de, ji ajansa me re destek û nerazîbûnên xwe vegotin. Jinan bi giştî anîn ziman ku YPJ hêza her jinekî e. Hevseroka Meclîsa Ciwanên PYD’ê Şeza Hisên anî ziman ku YPJ hêza her jinek e û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Xeta îdeolojî ya ku Rêber Apo pêşkêşî me kiriye, jin tê de rolekî girîng dilîze. Ji despêka ku hikûmeta demkî hatiye, jinan qebûl nake û bi taybetî jî YPJ`ê. Pêwîst e rol û mîsyona YPJ`ê di entegrasyonê de hebe. Hikûmeta demkî di bin navê îslamê de jinan qebûl nake û wan qetil dike.”
‘Pêwîst e tevahiya jinên Sûriyeyê di entegrasyonê de cih bigrin’
Şeza Hisên da zanîn ku pêwîst e jin di destûra Sûriyeyê de cih bigrin û wiha pê de çû: “Me jî wek jinên ciwan, kampanyayek ji bo piştgiriya YPJ’ê daye despêkirin. Ji bo ku di milê ragihandinê de, em dengê xwe bighînin her jinek li cîhanê. Jinan ji dîroka kevnar heta roja îro di her warî de rolekî girîng lîstine. Ji ber vê yekê pêwîst e her jinek xwe bi rêxistin bike û mafê xwe bi dest bixe. Di rewşa dawî de dema ku jinan ji qata çaran ve avêtin û keziyên wan birîn, hat xuyakirin ku çiqas ji hêza jinê ditirsin. Hikûmeta ku hatiye Sûriyeyê birêve bibe, pêwîst e demokratîk be, maf û hebûna jinan mîsoger bike. Ji ber vê pêwîst e tevahî jinên Sûriyeyê cihê xwe di entegrasyonê de bigrin. Pêwîste em bi rêxistin, deskeftî û îdeolojiya xwe bawer bin. Wê her û her tekoşîna me berdewam be, heta ku mafê me di Sûriyeyê de were mîsogerkirin.”
‘Civakek demokratîk bêyî jinan nayê avakirin’
Endama Rêveberiya Jinên Ciwan a PYD`ê Solîn Mihemed jî destnîşan kir ku jinên Rojava hişmendiya hikûmeta demkî qebûl nakin û wiha axivî: “Hikûmeta demkî ne tenê YPJ`ê, her wiha jinan bi giştî qebûl nake. Jinan di her warî de xwe nîşan dane. Hikûmeta demkî dixwaze ku jinê vegerînê wî qalibê ku cihê jinê tenê li malê ye û xizmeta mêr bike. Lê jinên Rojava vê hişmendiyê nema qebûl dikin. Em wekî jinên ciwan, destek didin vê kampanyayê û piştgiriya YPJ’ê dikin. Pêwîst e jin mafên xwe yên zagonî û destûrî bidest bixe. Gerek em vê hikûmetê bighînin wê qenata ku jinên Rojava di her warî de dikarin roleke girîng bilîzin. Dewlet û civakek demokratîk, bêyî jinan nayê avakirin.”