Meha despêka salê li herêma Kurdistanê daneyên kuştina jinan

Li herêma Başûrê Kurdistanê ji ber nebûna xizmetgozarî û sotemeniyê bi giştî qeyrana aborî bandorek mezin li ser jiyanê kiriye û eve jî bûye sedem ku tundîtujiya beramberî jinan zêdebibe û bigihe ast kuştin û xwekuştinê.

 
Silêmanî- Ji despêka sala 2022’an ve li herêma Başûrê Kurdistanê kêm derfetiyên heyî jiyanê berbi xirabûnê ve dibe, sedemên wê yên sereke jî qeyrana aborî û nebûna sotmeniyê ye. Ev pirsgirêk dibin sedem ku hem tunditujiya beramberî jinan hem jî kuştin û xwekuştinên jinan zêde bibe. Tenê di nava mehekê de zarokek 15 salî dawî li jiyana xwe anî, zarokek ji ber gaza sopê jiyana xwe ji dest da, dayikek û dû zarokên xwe ji ber sopa gazê jiyana xwe ji dest dan.
2’ê Çile
Li taxa koçberan a Kelarê zarokek 15 salî ji ber guleyê birîndar bû û rakirin beşa lezgîn a nexweşxaneya Şehîd Hejar û piştre rakirin nexweşxaneya bajarê Silêmanî û li nexweşxanê jiyana xwe ji dest da. 
29’ê Çile
Li taxa rizgarî ya şaredeya Erbetî ya girêdayî bajarê Silêmanî zarokek yek sal û nîv ji ber soba gazê jiyana xwe ji dest da.
30’ê Çile
Li taxa xebat a bajarê Silêmanî dayikek û dû zarokên xwe ji ber soba gazê jiyana xwe ji dest dan.
Roja dawiya mehê 31’ê Çile jî li nêzî gundê Baboxkê ya ser bi Mangêşa Dihokê cenazeyê ciwanek 23 salî hat dîtin.