“Medyaya dîjîtal bû dengê jinan”
Jinên ku beşdarî Roja Çapemeniya Vekirî ya li Xazzeya Filistînê hat lidarxistin bûn, jinan bal kişandin ser girîngiya medyaya dijîtal a ji bo ragihandin û gihandina pirsgirêkên xwe ji cîhanê re.
NAGHAM KARAJEH
Xeza - Mala Çapemeniyê ya Filistînê di bin sernavê "Rojnamegerî di bin dorpêçkirina dîjîtal de" rojek medyaya vekirî li dar xist da ku ronî bike ka pêşkeftinên herî dawî di şopandin û kontrolkirina teknolojiyê de çawa bandorê li azadiya çapemenî û derbirînê dike.
Midûrê Ofîsa Rimêlanê û Nûnerê UNESCOyê yê Filistînê Noha Bevazyir bi bîr xist ku Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê her sal li hemû cîhanê tê pîrozkirin û got ku ev roj firsendeke ji bo parastina medyayê li hemberî êrîşan, parastina serxwebûna xwe û rêzgirtina ji rojnamegeran re. Ji ber rojnameger jiyana xwe di warê pîşeya xwe de dixe xeterê.
“Jinan li ser medyaya civakî dengê xwe dan bihîstin”
Rêvebera Komeleya "Stêrkên Hêvî" Dena Ebû Şehla, di çarçoveya Roja Çapemeniya Vekirî de ku di heman demê de rojnamegerên hatin qetilkirin jî bibîr tînin, ji ajansa me re axivî. Dena Ebû Şehla bal kişand ser rola medyaya dîjîtal di ragihandin û gihandina pirsgirêkên jinan ji cîhanê re û wiha got: "Medyaya dîjîtal çareseriyê ji pirsgirêkên jinan re dibîne, bi taybetî tundî û destdirêjiyê û ev derfetek bû ku jin bi rêya medyayê dengê xwe bilind bike."
Dr. Sec Hemdan jî diyar kir ku di gihandina dengê jinên Filistînî û eşkerekirina pirsgirêkên wan de roleke girîng a çapemeniyê heye û got, "Ev kar îro li gorî salên berê ji ber pêşketina dîjîtal hêsantir bûye."
"Riya herî xurt"
Rêvebera "Rojên Şanoyê" Tanya Mortaca jî got, "Li gorî min medyaya dîjîtal yek ji amûrên herî girîng e ji bo bihîstina dengê jinan û zêdekirina tevlîbûna wan ji bo xebatên herêmî û navneteweyî. Dema ku em li ser jinên li Zîvala Xezayê diaxivin, medyaya dîjîtal rêya herî bi hêz e ji bo beşdarbûna di rojeva jinan a herêmî û neteweyî de ji bo pêşxistina rola jinan û wekheviyê."
Kuluba Rojjanmegerên Agasala yê jî destnîşan kir ku medyaya dîjîtal bi taybetî li Filistîn û Xezayê kariye jinan, êş û azarên wan ronî bike û saziyên sivîl û jinan jî di warê perwerde, hîndekarî û hişyarkirinê de çalak bikin.
Li gorî daneyên Mala Çapemeniyê ya li ser binpêkirinên azadiya çapemeniyê li Filistînê, ji destpêka sala 2022'an heta nîsana bihurî hejmara binpêkirinên azadiya çapemeniyê gihişt 239'an ku 94 ji wan binpêkirinên azadiya dîjîtal in.