Li Hesekê êrîşên dewleta tirk hatin şermezarkirin

Bi armanca şermezarkirina êrîşên hewayî û bejahî yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji aliyê dewleta tirk a dagiker ve Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Til Temirê û ya bajarê Hesekê daxuyaniyek dan.

Hesekê- Dewleta tirk a dagirker her dem gefa êrîşên nû li herêmê dixwe û jixwe êrîşên dagirkirinê ji sala 2016'an ve li ser herêmê nesekinîne. Careke din Serokomarê Tirkiyeyê Raceb Tayyîb Erdogan gotiye ku wê herêmên nû dagir bike. Ji aliyekî din ve jî êrîşên dagirkeriyê yên hewayî li ser herêmê ranewestiyane, her dem bi balafirên (SIHA) êrîşan li dijî sivîlan, jinan û Hêzên QSD'ê pêk tînin. Têkildarî vê mijarê îro Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Til Temira Kantona Hesekê-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li saziya malbatên şehîdan daxuyaniyek dan.

Daxuyaniya ku ji aliyê Rêvebera Meclisa Malbatên Şehîdan Hedla Yûnis ve hat xwendin wiha ye: "Em wekî malbatên şehîdan li navçeya Til Temirê êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê û Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar dikin. Em wekî dê, bav, xwişk, bira û hevriyên lehengan li hemberî êrîşê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tu carî qels nabin û têk naçin. Ji ber ku em hêza xwe ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê ku zêdetirî 23 sal in di girtîgehê de ye, digrin. Her wiha em êrîşên hewayî ku ji aliyê balafirên dewleta tirk a dagirker ve li dijî hemwelatiyên herêmê çêdibin, şermezar dikin. Êrîşên li ser herêmê û guhertina demografiya herêmên dagirkirî ku rû didin em tu carî qebûl nakin, dereng ango nêz be em ê herêmên xwe rizgar bikin û vegerin." 

"Ger di cîhanê de kesekî terorîst hebe ew Erdogan e"

Hilala Hemada ya ji neteweya Ereb der barê êrîşên dagirkeriyê de ev tişt anî ziman: "Tiştekî dewleta tirk a dagirker li cem me tune ye heya ku êrîşê herêmên me dike û herêmê bombebaran dike. Dewleta tirk ger ku rû bi rû were wê nikaribe tiştekî bi dest bixe, ji lewre bi her awayî êrîşî herêmê dike. Carna ava Stasyona Elokê qut dike. Dagirker çiqasî û bi çi awayî û rêbazî êrîşî me bikin em ê têk neçin. Erdogan nikare gelê herêmê ji hev qut bike, ji ber ku em li vir yekdest in û tu erdê Erdogan li cem em tune ye. Em li vir parastina welatê xwe dikin lê Erdogan heya niha parastina çi dike? Em ne terorîst in, yê ku êrîşî me dike ew bi xwe terorîst e. Ger di cîhanê de kesekî terorîst hebe wê Erdogan be, ji ber ku ew in yên ku serê mirovan jêdikin û polîtîkayên qirkirinê pêk tînin. Em îslam in, em dilxwazên aştiyê ne. Em ê jî li pey meşa rêberê xwe Abdullah Ocalan bin."

"Em dikarin bêyî av û kehrebe bijîn lê bêyî ax nikarin bimînin"

Edla Dawûd jî wiha got: "Dewleta tirk a dagirker ev demeke êrîşên xwe li ser herêmê nedaye sekinandin her wiha di van êrîşan de jî deverên pîroz wekî dêr û mizgeftan topbaran dikin. Gundên Aşûriyan û cihên ku sivîl lê dimînin bêserûber didin ber topan. Bi riya van êrîşan dixwazin sivîlên ku berê koçber bûne, dîsa bidin koçberkirin û herêmê vala bikin. Ruxmî ku di xeta agir de ewqas xeter hene û derfetên jiyanî pir kêm in aliyê peydakirina avê û kehrebê de lê dîsa jî sivîl li ber xwe didin. Sivîl dikarin bêyî av û kehrebe bijîn lê nikarin bê ax bijîn ji lewre ew girêdayî axa xwe ne. Gelê herêmê bi hemû neteweyên xwe li vir li ber xwe didin û ew ê heya dawî jî bimînin."

Daxuyanî bi dirûşma "Şehîd namir in" bi dawî bû.

Têkldarî mijarê Meclisa Malbatê Şehîdan a bajarê Hesekê jî li ber navenda Meclisê bi tevlîbûna dayikên Aşîtiyê û Endamên Meclisa Navçeya Hesekê daxuyanî dan. Daxuyanî ji aliyê Endama Rêvberiya Meclisa Malbatê Şehîdan Fatma Hisên hat xwendin. 

Fatma Hisên têkldarî êrîşên dewleta Tirk  û hedegirtina sivîlan wiha got:”êrîş û hedfgirtina erebeyên sivîlan ji aliyê dewleta Tirk a dagirker hevgirtina gelê herêmê armanc dike, dixwaze tirs di dilê hemû pêkhateyan avabike .Em alîkarê van pilanan şermezar dikin. Ev pialn û kiryarên ku pêk tîne li dijî exlaq û pîvanên mirovahiyê ne. Em bang li Meclisa Ewlehî dikin ku dengê xwe bike û kiryarên dewleta tirk ên dijmirovî rawestîne.”

“Em daxwazê aşîtiyê ne”

Siltana Seîd yek ji dayikên aşîtiyê banga rêgirtina li ber kiryar û êrîşên dewleta Tirk kir û wiha anî ziman:” Em daxwazê aşîtiyê ne, felsefeya Rêber Ocalan felsefeyek banga aşîtiyê dike, em li dijî qirkirin û kuştinê ne. Lê dewleta Tirk a dagirker naxwaze aşîtî li herêmê hebe, dixwaze bi van êrîşan demografiya herêmê bughere û aloziya ku têde jiyan dikin veşêre . dixwazin li ser hesabê xwîn û keda bi hezarê kesan desthildariya Osmanî zindî bike. Êrîşên ku pêk tîne sivîl hedef dike em vê yekê şermezar dikin û em tu carî teslîm nabin ji ber ku Şoreşa me bi şehîdan geş bû,emê xwedî li keda zarokên xwe derkevin.Her çiqas êrîş bike emê li berxwe bidin.Em jî mirov in xwedî ziman in û mafê me heye ku li ser xaka xwe jiyan bikin.”

Zehra Sîno yek ji dayikên aşîtiyê bêdengiya Rêxistinên Mafê mirovan şermezar kir û wiha got:” ji bo ku em bikaribin li ber kiryar û pilanên qirkirinê bisekinin pêwistiya me bi yekîtiyê heye. Pêwistî bi hevgirtinê heye. Ger em vê gavê navêjin dê emê ixanetê bi zarokên xwe re bikin. Pêwiste em xwedî li siberojê derkevin.”