Meclisa Jinên Sûriyeyê: Em danezana destûrî qebûl nakin

Meclisa Jinan a Sûriyeyê li ser danezana destûrî ya ji aliyê rêveberiya demkî ya Sûriyeyê ve hat îmzekirin got: “Destûra Bingehîn bi zîhniyeta serdest a mêr hatiye amadekirin. Em vê destûrê qebûl nakin.”

Navenda Nûçeyan – Meclisa Jinan a Sûriyeyê têkildarî danezana destûrî ya ji aliyê rêveberiya demkî ya Sûriyeyê ya HTŞ’ê ya cîhadîst ve hat îmzekirin daxuyanî da.

Daxuyaniya Meclîsa Jinan a Sûriyeyê wiha ye:

“Careke din destûreke bingehîn a ku yekdestdariya desthilatdariyê diparêze û ji feraseta Partiya Baas a rêveberiyê cuda nîne, hate ragihandin. Armanca vê makezagonê ew e ku desthilatdariya mutleq bide Colanî û welat vegerîne zemîna sifirê. Ev nêzîkatî bi temamî berovajî prensîba welatîbûnê ye û cudakariya li ser bingehên etnîkî û olî di navbera pêkhateyên Sûriyê de xurt dike. Ev rewş derfeta avakirina Sûriyeyeke dadmend û berfireh ji holê radike.

Destûra Bingehîn bi zîhniyeta serdest a mêr hatiye amadekirin û terxankirina serokatiyê tenê ji mêran re dibe sedema dûrxistina jinan. Ev makezagon berhema zihniyeta serdest a mêr e, rola jinên Sûriyeyî dernaxe û cihêkariya li ser bingeha zayendî berdewam dike. Tevkariya jinên ku bi salan e li dijî yekdestdariya desthilatdariyê û cudakariya zayendî têdikoşin, nayên piştguhkirin. Ev nêzîkatî bi awayekî zelal zîhniyeteke ferdperest nîşan dide ku armanc dike li ser civakê kontroleke diyar bike.

Em wek Meclisa Jinên Sûriyê vê pêşnûmeyê weke neheqiyeke sîstematîk dibînin û di wê baweriyê de ne ku tu carî hêviya jinên Sûriyê ji avakirina welatê xwe nagirin. Jinên Sûriyê di hemû qadên jiyanê de ji bo mafên xwe û beşdarbûna di pêvajoyên biryardanê de têkoşiyan. Ji ber vê jî nayê qebûlkirin ku ji mafên bingehîn ên siyasî û civakî bêpar bimînin.

Pêşnûmeya makezagonê li gorî pîvanên cihêrengiya neteweyî nayê û mafên jinan naparêze. Ev destûr dûrî peymaneke civakî ye ku nasnameya mêr, jin û pêkhateyên cuda yên xelkê diparêze. Îsrara hikûmeta demkî ya li ser ferzkirina rêbazeke yekreng, beşdarbûna rasteqîn a hemû gelê Sûriyê îzole dike û rewatiya neteweyî û demokratîk a destûrê têk dide.

Em wek Meclisa Jinên Sûriyê vê destûrê bi tevahî red dikin. Ev pêşnûmeya makezagonê bi dubarekirina polîtîkayên dûrxistinê rê li ber bikaranîna mafên li ser bingehên netewî û demokratîk digire. Ev nêzîkatiya ku bi tevahî li dijî prensîbên dadperwerî û hemwelatîbûna wekhev e, sîwanekê dixe ser daxwaza gelê Sûriyê ya aştî û dadmendiyê."