Meclîsa Jinan li dijî êrişan bang kir

Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî êrişên çeteyên girêdayî dewleta Tirk, bang li hemû aliyên Sûriyeyî kir ku ji bo dîtina çareseriyek aştiyane diyalogan bikin.

Navenda Nûçeyan – Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê geşedanên li Sûriyeyê û êrişên çeteyên girêdayî dewleta Tirk li ser herêmê de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker sûd ji kontrolkirina çeteyên Heyet Tehrîr El Şam a li Helebê û pêşketinên wê ber bi Hemayê û vekişîna hêzên hikumeta Şamê wergirt û êrişî herêma Şehba û Til Rifetê kir û gelê Efrînê yê ji ji sala 2018ˈan koçberî wir bûye, dorpêç kiriye.

‘Gelek welatî rûbirûyî karesatek mirovî ne’

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku bûyerên ku vê dawiyê li Heleb û Şehbayê rû didin trajedî û xetereya qirkirinê ya li pêşberî gelê Kurd tîne bîra mirov û wiha got: “Niha 200 hezar welatî li pêşberî karaseteke mirovî ne ku hebûna wan dike hedef, an dê tune bin an jî dê bi darê zorê ji aliyê çeteyan ve werin koçberkirin.”

‘Berbirsê vê hikumeta Sûriye ye’

Di daxuyaniyê de êrişên li ser gelê Sûriyeyê hatin şermezarkirin û wiha hate gotin: “Em şerê ragihandinî yê rêxistinên terorîst ê li dijî gelê Sûriyeyê şermezar dikin û dewleta Tirk berpirsyara vê yekê dibînin. Ji ber ku ji destpêka aloziyê û heta niha destwerdanê li Sûriyeyê dike. Hikumeta Sûriyeyê jî berprisyar e ku erkên xwe bi cih neanî û sivîl li pêşberî çarenûsa nediyar re hiştiye. Di heman demê de em bêdengiya hêzên navneteweyî ya metirsîdar a li hemberî rûdanên li Sûriyeyê şermezar dikin. Em bang li wan dikin ku zextê li dewleta Tirk bikin bila projeyên xwe yên dijminane rawestîne, rêzê li serdestiya Sûriyeyê bigire û li sînorê xwe yê xwezayê vegere."

Di daxuyaniyê de îşaret bi hewldanên Rêveberiya Xweseriya yên mîsogerkirina ewlehiya herêmê hate kirin û bang li gelê herêmê hat kirin ku li dora QSDˈê kom bibin.