Meclisa Jinan a Sûriyeyê li dijî komkujiya Dêrazorê daxuyanî da

Meclisa Jinan a Sûriyeyê, li Qamişlo-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li dijî êrîşên koma Dîfa El Wetenî û komên din ên girêdayî hikumeta Şamê yên li Dêrezorê daxuyaniyek da.

Qamişlo – Koma Dîfa El Wetenî û komên din ên girêdayî hikumeta Şamê, ji 7’ê Tebaxê ve, êrîşan li ser kantona Dêrazorê pêk tînin û di encamê de 11 welatiyên ku piraniya wan jin û zarok bûn jiyana xwe ji dest dan. Li dijî van êrîşan Meclisa Jinan a Sûriyeyê daxuyaniyek da.

Daxuyanî bi tevlibûna Partiya Demokrat a Kurdî ya Sûriyeyê, Partiya Guhertina Demokrat a Kurdistanê, Partiya Avakirin û Pêşxistina Sûriyeyê, Partiya Biratiya Kurdistanê, Partiya Yekitiya Suryaniyan, Desthilatdariya Neteweyî ya Erebî, Partiya Muhafazakar, Partiya El-Wefaq, Sendîkaya Karkerên Kurd, Partiya Demokrat a Kurdistana Sûriyeyê, Partiya Keskan a Demokrat, Partiya Mîtînga Neteweyî ya Demokrat a Kurdistanê û endamên Meclisa Jinan a Sûriyeyê li bajarê Qamişloyê hat dayîn.

 ‘Sal bi sal krîza Sûriyeyê kûrtir dibe’

Daxuyaniya ku ji aliyê Hevseroka Partiya Guhertina Dîmokratîk a Kurdistanê Mizgîn Zêdan, ve hat xwendin wiha bû: "Êrîşa ku ji aliyê koma Dîfa El Wetenî û hikumeta Şamê ve li bajarê Dêrezorê tê kirin piraniya qurbaniyên wê zarok û jin bûn, bi dehan sivîlan jiyana xwe ji dest dan, em van êrîşan bi tundî şermezar dikin. Sal bi sal krîza Sûriyeyê ber bi tuneleke girtî ve diçe bêyî ku tu nîşaneyên çareseriyê diyar bibin. Li gorî berjewendiyên xwe yên siyasî û mezhebî, hewl didin di navbera pêkhateyên herêmê û dagirkirina wê de şikestinê çêbikin.

Bi destên veşartî, her tiştê ku diqewime yan jî dewleta Tirk dike, tenê ji bo projeya rêveberiya xweser têk bibin tê kirin ku projeyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bingeha wê bihevrejiyana aştiyane ya pêkhateyên herêmê bû Projeya Rêveberiya Xweser a ji bo gelên Sûriyeyê hat rojevê û tê kirin. Ji ber vê yekê bûyerên dawî yên li Dêra Zorê ne tiştekî din e ji bilî berdewamiya şerê beriya salekê li dijî QSD û Rêveberiya Xweser.

Bang: Em yek dest bin û planan vala derbixin

Ev kiryar krîza Sûriyeyê kûrtir dike û hêviyên Sûriyeyê yên dîtina çareseriyeke aştiyane ji bo hemûyan dûr dixe. Em weke Meclisa Jinên Sûriyeyê, bang li hemû aliyan dikin ku xwedî helwest bin û divê em planên van dewletên dagirker baş bizanibin divê em xwedî biryar û yekdest bin da ku planên wan vala derbixin."