Meclîsa Jinan a DEM Partiyê: Salîha Aydenîz ne bi tenê ye

Meclîsa Jinan a DEM Partiyê der barê parlementera DEM Partiyê Salîha Aydenîz a MHP’ê wê hedef girtibû de daxuyanî da û got: “Wek duh îro jî tevî hemû zilm û zextan siyastemedar gotina xwe bi wêrekê dibêjin û em dizanin ku çawa ji siyaseta jinê ditirsin.”

Enqere – Meclîsa Jinan a DEM Partiyê, der barê ku MHP’ê îro di civîna koma xwe de parlametnera DEM Partiyê ya Mêrdînê Salîha Aydenîz hedef girtibû de daxuyaniyek nivîskî da. Meclîsa jinê ji bo Salîhayê ku hedef hatibû girtin peyama ‘Salîha Aydenîz ne tenê ye’ dan. 

Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku jin wê li dijî siyaseta qeyûm ya ku îradeya jinan xesp dike dest ji têkoşînê bernedin û got raste ew jinên wêrekin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Qeyûm xespin. Em ê dest ji îradeya xwe berndin. Wek duh îro jî tevî hemû zilm û zextan siyastemedar gotina xwe bi wêrekê dibêjin û em dizanin ku çawa ji siyaseta jinê ditirsin. Em ê li dijî siyaseta mêr her tim gotina xwe bêjin.”