Meclîsa Jinan a DEM Partiyê: Em tundiya mêr-dewletê qebûl nakin

Meclîsa Jinan a DEM Partiyê, der barê Serokwekîla Koma DEM Parmtiyê Glîstan Koçyîgît ya di dema êrişa li meclîsê hat jiyîn de birîndar bû daxuyaniyek da û got: “Em tundiya mêr-dewletê qebûl nakin. Em têkoşîna xwe bilind bikin.”

Navenda Nûçeyan – Lijneya Giştî ya Meclisê bi daxwaza partiyên muxalefetê bi rojeva Can Atalay ê parlamenteriya wî hatiye xespkirin, awarte civiya. Di dema rûniştinê de parlamenerên AKP’ê êrîşê parlamenterê TÎP’ê Ahmet Şik û Serokwekîla DEM Partiyî Gulistan Kiliç Koçyigît kir.

Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM partî) der barê mijarê de daxuyaniyek nivîskî dan.

Di daxuyaniya hat dayîn de hat diyakirin ku AKP-MHP’ê careke din li meclîsê polîtîkayên xwe yên tundiyê nîşan dane û wiha got: “Der barê biryara Can Atalay de li ser banga muxalefetê civînek awarta li Lijney aGiştî ya Meclîsê pêk hatiye û parlamenterên destilatdariya siyasî carek din mêrantî nîşan daye.Tişta ku bi siyasetê têk nebirine dixwazin tundî û zordariyê têk biin û vê wek polîtîka dimeşînin. Di êrişa hatiye kirin de serokwekîla koma partiya me Gulîstan Kiliç Koçyîgît ji aliyê parlamenterên desthilatdariya faşîst ve hedef hatiye girtin.”

 Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Ev êriş nîşaneya polîtîkayên ku jinan hedef digire ye. Êrîşa li hember hevala me Gulîstanê hatiye kirin li dijî îrade, reng, sekn û siyaseta jinê û têkoşîna wê hatiy ekirin. Em vê tundiya dewlet-mêr qebûl nakin. Em têkoşîna xwe bilind dikin.”