Meclisa Jinan a DEM Partî wê li Dêrsimê hevdîtina jinan lidarbixe
Meclisa Jinan a DEM Partiyê li dijî êrişên polîtîkayên qeyûm û pergala hevserokatiyê wê li Dêrsimê hevdîtinan jinan lidarbixe.

Dêrsim – Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di 7'ê Kanûnê de li Dêrsimê wê hevdîtina jinan li darbixe. Meclîsa Jinan bang li hemû jinan kir ku xwedî li hevserokatî û destkeftiyan derbikevin, diyarkirin kur ê nadin qeyûman.
Di daxuyaniya banga Meclisa Jinan ya DEM Partî de hate diyarkirin ku qeyûm polîtîkayên dijminê jinan raste rast pêktîne û wiha got: “Li gel êrişa îdeolojîk a li dijî destkeftiyên jinan û vîna jinê, qeyûm tayînî vê yekê jî kirin ku rasterast polîtîkayên mêtîngeriyê pêk bînin.”
‘Ya ku bi ser bikeve berxwedana jinê ye’
Di berdewamiya daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: “Bi gotina hevserokatî û temsîliyeta wekhev xeta me ya mor e, em ji bo parastina vîn, maf û destkeftiyên xwe berxwedana xwe mezin dikin. Li dijî desteserkirina qeyûman li dijî mêtingeriyê ya herî mezin hevgirtina jinê ye, berxwedana jinê ye. Em ê li Dêrsimê ku sembola berxwedanê ya li dijî vê dagirkeriyê ye, bi jinan re bên cem hev û li hemberî desteserkirina maf û destkeftiyên xwe bêdeng nemînin. Em ê berxwedana xwe bi bilindkirina serhildana ji axa Zarîfe û Besê mezin bikin. Em hemû jin û rêxistinên jinan vedixwînin civîna jinan a ku em ê di 7’ê Kanûnê de li Dêrsimê li dar bixin û ji xesba qeyûman re bêjin na. Ya ku wê bi ser bikeve wê berxwedana rewa ya gel û jinan be. Bijî Têkoşîna Jinê, Jin iyan azadî.”