Meclisa Jin a PYD’ê qonaxa sêyemên a çalakiyên li hemberî tundiyê raghand

Meclida Jin a PYD’ê bi dirûşma “Bi têkoşîn û hevgrtina jinan tundî bidawî dibe” qonaxa sêyemîn a hamleya xwe ya li hemberî tundiya li ser jinan bi daxuyaniykê raghandin.

Hesekê- Meclisa Jin a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ê bi daxuyanyekê qonaxa sêyem a hemleya tundiya li dijî jin raghand. Di daxuyaniya li ber Meclisa Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê bi zimanê Kurdî ji aliyê endama raghandina PYD’ê Dîdem Elî ve hat xwendin de hemû saziyên jinan amadebûn.

Dîdem Elî têkildarî hamleya wan a demdirêje dewam dike ev tişt anî ziman: “Tundiya li dijî jinê hemû cureyên wê ji aliyê hêzên serdest û zihniyeta bavksalarî ku her tim şikandina vîna jina azad armanc dike, hîn berdewam e. Em her roj dibînin jin rastî cureyên herî dijwar ê zilm, tundî û kuştinê tên. Em weke meclisa jin a PYD’ê  li ser esasê rakirina tundiyê dixebitin. Em soz didin ji bo rakirina hemû cureyên tundiya li ser jinan bi riya gelek hemla û çalakiyên emê hewil dibin li pêşiya tundiyê bisekinin.”

Dîdem Elî têkildarî qunaxên hamleya wan jî ev tişt anî ziman: “Hemleya me ya yekemîn di meha Îlonê de bi dirûşmeya “Dev ji kuştina jinan berdin” despêkir, di merheleya duyem de jî di heyva sibatê de bi dirûşma” Na ji komployan re , na ji dagirkeriyê re, na ji tundiyê re” dewam kir û îro jî bi riya vê daxuyaniyê em berdewama hemleya xwe ya sêyemîn bi dirûşma “Bi têkoşîn û hevgirtina jinan tundî bidawî bibe “ radghînin. Em suncên kuştina jin yên di civakê de şermezar dikin û bang li hemû rêxistinên jinan û hemû beşên civakê dikin. Ji bo rê li ber vê diyardeyê bigrin û koletî û neheqî ji holê rakin, bibin yek ji ber ku bi vîna jina azad û hêza wê emê tekez bighêjin azadiyê û serkeftinê.”

Bernameya çalakiyên qunaxa sêyemîn a hamleye jî wiha ye:

“-Dagirtina Forman ji bo saziyên çapemeniyê bi armanca ku rola xwe ya  çapemeniyê bilîzin, ji bo kêmkirina van suncan û piştgirtina mafê jinan.

-Belavkirina broşûrên hişiyariyê ku têde aliyê qanûnî yên mafê jinan û cezayên ku bi qanûnê hatiye diyar krin ji bo her kesê ku şidetê pêk tîne an kuştin dike.

-Tevlîbûna mêran di warê hişyarkirinê û semînerên civakê de

-Amadekirina statîstîkan ji aliyê Encumanên Dadweriya Civakî ve derbarê mijar ceza dayîna kujerên jinan de.

-Li ser asta her du kantonên Hesekê û Qamişlo pilatformek were lidarxistin û li ser vê mijarê bi jinan re were niqaşkirin.

-Li Minbic, Firat û herêmên Şehbayê foruma diyalogan bi amadebûna hiqûqnas û meleyan.”

Daxuyanî bi dirûşmeya “Jin Jiyane Jiyanê nekujin” bi dawî bû.