Meclisa Jin a PYD: Azadiya Rêber Apo azadiya me jinan e
Meclisa Jin a PYD’ê têkildarî kampanya ‘Ez dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtin bikin’ daxuyaniyek da. Jinan gotin “Azadiya Rêber Apo azadiya me jinan e” û anîn ziman ku ew dixwazin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin.

Qamişlo – Di 5’ê Hezîranê de Forûma Azadî û Aştiyê ya Ewropayê (EFFP) dest bi kampanyaya ‘Ez dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim’ kirin. Kampanyaya ku heta niha dewam dike, li Kurdistanê û gelek welatên cîhanê deng vedide. Meclisa Jin a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) têkildarî kampanyayê daxuyanî da.
Daxuyanî li taxa Cûdî ya bajarê Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji aliyê endama Meclisa Jin a PYD’ê Nesrîn Murad ve hat xwendin.
Di daxuyaniyê de jinan gotin: “Em heya dawiyê şopdarê Rêberê xwe ne ku ji bo aştî û civaka demokratîk bangekî girîng kir. Ji vir hetanî girava İmralivê hezkirinên xwe yên bê dawî dişînin.” Jinan anîn ziman ku ji bo pêkanîna Aştî û Civaka Demoktatîk azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mijarekî nebe nabe ye û destnîşan kir ku ewê ji bo azadiya wî ya fîzîkî têkoşîna xwe bilindtir bikin. Jinan dan zanîn ku azadiya Abdullah Ocalan azadiya jinan e û gotin ku bi tevlîbûna kampanyaya ‘Ez dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtin bikin’ dixwazin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin.
Daxuyanî bi dirûşmeya “Bê serok jiyan nabe” bi dawî bû.