“Meclisa Edaleta Jin rojane bi pirsgirêkên civakî re mijule”

Rêveberiya Meclisa Edaleta Jin Henîfa Muhemed der barê roja cîhanî ya li dijî tundiya li ser jinan a ku dikeve 25’ê Mijdarê de got ku jinan wisa kir ku sekneke cîhanî nîşan dan û tirsê xistin dilê desthilatdaran.

 
EBÎR MUHEMED
Qamişlo- Di encama têkoşîna jinên tevahî cîhanê de 25’ê Mijdarê wekî roja cîhanî ya li dijî tundiya li ser jinan hat îlankirin. Ev yek tê wateya hevgirtin û berxwedana tevahî jinên cîhanê yên ku bi yek helwest û yek tekoşînê zilm û tundiya li ser xwe qebûl nakin û li seranserê cîhanê ji bo vê rojê çalakî tên lidarxistin. Tundî di dema me ya niha de xilas nebûye, ji hemû aliyan ve tundî tê kirin û bi taybetî ji aliyê dijmin ve ku rojane jinên me yên pêşeng dibin qurbaniya zîhniyeta faşîzmê û tên hedefgirtin, qirkirin, biçavkirin û dîlgirtin, tevî van hemû kiryaran îradeya jinan nayê şikestin û her dem berdewam dike heta gihîştina armancê. Der barê roja cîhanî ya dijî tundiya li ser jinan de rêvebera Meclisa Edalet a Jin a Kantona Qamişloyê Henîfa Muhemed nirxand.
“Sekna jinan tirsek di dilê desthilatdaran de çêkir”
Henîfa diyar kir ku 25’ê Mijdarê encama têkoşîna jinên cîhanê ye û wiha domand: “Jin di warê civakbûnê de dikaribûn li ber xwe bidin û wekheviyê di civakê de bimeşînin lê dema ku sîstemên desthilatdar hatin avakirin, tevlîhevî di civakê de çêbû û ji destên jinan derket. Xivak aliyek jin e û aliyek din jî mêr e, em dibêjin nîvê civakê jin in û nîvê din jî mêr in ku jin vî nîvî jî perwerde dike û ev yek tê wateya ku jin civak bi tevahî ye û ji bo vê yekê jî dema ku zirar li jinan were kirin dê li civakê jî were. Gotinek serok hebû ku digot ‘jina azad civakeke azad e.’ Roja 25’ê Mijdarê ku bi rengekê cîhanî hat îlankirin ji jinan re, ne li tenê bi tebeqeya kedkaran ve girêdayî ma, bi salan berdewam kir û jinên zana, nivîskar, xwendevan û siyasetmedar tevli bûn. Ew jin daketin kolanan û tebeqeya kedkaran jî rahiştin gulan ku aştiyê dixwazin û nan jî bi wateya ku birçî ne her wiha newekheviya ku hatibû avakirin bandora xwe li xwendevanan kir ku êdî vê yekê nema qebûl bikin û serî hildan û ji bo vê yekê tirsa dewletan ji vê bû ku êdî gel ji bin destên desthilatdaran derkeve. Ji bo vê yekê jî di wê demê de jinên nivîskar û zana hatin hedefgirtin û qetilkirin bi gelek rengên hov. Sekinandineke di wê demê de bes bû ku tirsê di dilê desthilatdaran de çêbike û di encama têkoşîna jinên hemû cîhanê roja 25’ê Mijdarê wekî roja cîhanî ya li dijî tundiya ser jinan hat îlankirin.”
“Konferanseke me ji bo nîqaşkirina rewşa jinan di demeke nêz de dê were lidarxistin”
Henîfa bal kişand ser kongreya ku di dema pêş dê were lidarxistin ji bo jinên Rojava da ku rewşa wan were nîqaşkirin û pisgirêkên wan werin çareserkirin û wiha pêde çû: “Ji bo me wekî rêxistin û tevgerên jin, gere rojane ji bo me roja jinan a cîhanî be, ji ber ku em di nav vî kar û xebatî de ne û em rojane bi êş û pirsgirêkên civakê re mijûl dibin. Em ber bi konfransekê ve jî diçin, di konfransê de jî em ê rewşa jin nîqaş bikib, xalên ku werin nîqaşkirin  di warê şer û aloziyên heyî de ye, di heman demê de êrîşên dewleta tirk ên rojane li ser hemû herêman pêk tên, her wiha zîhniyeta mêr û hişmendiya desthilatdariyan li ser civakê. Îro ro hemû pirsgirêkên ku çêdibin ne pêwîst e ku em bi hêviya Meclisa Edalet an jî Mala Jin ve bihêlin lê belê pêwîst e em hemû jin xwe berpirsyar bibînin û zagonên ku hatine nivîsandin em biparêzin û li ser bisekinin, ji ber ku em ne di rewşeke normal de ne ku em bêjin zagonên me dê bi hesanî werin pêkanîn, em ne li ser rêyeke rast dimeşin û dibe ku bi dehan kelem û pirsgirêk li pêşiya me derkevin, ji ber ku hîn sîstema desthilatdar a rejîma Sûriyeyê li vir heye.”
 “Di sedsala 21’ê de gavên mezintir ji me tên xwestin”
Henîfa destnîşan kir ku di sedsala 21’an de gavên mezintir gereke werin avêtin ji hêla jinan ve û wiha berdewam kir: “Berxwedana jinan di wê demê de ji bo jinan serkeftinek bû ku jina wê demê dikarîbû gavên wiha bavêje, lê di dema me ya îro de em ketine di sedsala 21’an de û ji bo wê gereke gavên mezintir werin avêtin û xwestina maf zêdetir bibe, em wekî jin pêwîste dengê me hebe û di warê siyasî de em xwedî biryar û hêz bin da ku em bikaribin mafê jinên civakê biparêzin. Jinên civakê dema ku derkevin kolanan û bang bikin û dengê xwe bikin ji bo mafê xwe, di kêleka wan de heger ku jinên zane, xwendevan û siyasetmedar nikaribin dengê wan bighênin cîhanê dê ew civak û ew jin dê nikaribin tiştekî bikin û lawazî ji hemû aliyan ve hebe, ji bo wê jî em wekî Kongreya Star, tevgerên jin erke li ser milê me ku em dengê jinan bighînin cîhanê.”
“Gere em wekî jin xwedî biryar bin bi taybetî di warê siyasî de”
Henîfa da teqez kir ku gere jin xwedî biryar bin û bi taybetî di warê siyasî de û wiha dawî li gotinên xwe anî: “Em wekî jinên Rojavayê Kurdistanê ji bo me derfet heye ku em bibin rêveber û bikaribin xwedî li jinan derkevin û xwedî biryar bin lê dibe ku li aliyên cîhanê yên din ne wiha be û bi taybetî jinên Rojhilata Navîn, dibe ku hejmarek ji jinan di parlamantoyan de hebin lê negihîştine asta ku xwedî biryar bin. Gere em wekî jin bibin xwedî biryar ku mafên jinan ê xwezayî bikeve meriyetê de da ku em malbat û civakeke demokrat ava bikin, her wiha ji bo tunekirina cudahiya di nevbera jin û mêr de ji destpêka xuliqandina zarokan ku malbat baweriyê bidê keçên biçûk û di serê wê de were rûniştandin ku ew jî xwedî rol e di civakê de. Ji bo wê gereke hemû roj ji bo me rojên jin be, ji ber ku jin xwedî îrade, hêz û îmkanî ye. Jina ku berê lawaz bû îro em dibînin ku di çeperên şer de ye û dikaribû li hemberî DAIŞ’ê berxwedaniyeke mezin bike û ala serkeftinê bilind bike û em di vê baweriyê de ne ku dê gavên mezintir werin avêtin û jin azad bibin û civakê bi tevahî bi xwe re azad bikin.”