Meclîsa Îştar piştgirî da banga PAJK û KJK’ê ya xwe parastinê

Meclîsa Îştar ya wargeha penaberan a Mexmûrê piştgirî da banga xweparastinê ya PAJK û KJK’ê û wiha got: “Em ê li ser esasê xwebûn, hebûn û zanîsta jinan xwe xurtir bikin, rêxistin bikin, parastina xwe pêşbixin.”

Mexmûr-  Koordînasyonên Partiya Azadiya Jinên Kurdistan (PAJK) û Komalên Jinên Kurdistan (KJK) di 15’ê Nîsanê de bi daxuyaniyek nivîskî ji bo pêşxistina xwe parastinê bang li tevahî jinên cîhanê kir. Meclîsa Îştar ya wargeha penaberan a Şehît Rûstem Cûdî ya Mexmûrê ji bo piştgirî bide banga PAJK û KJK’ê daxuyanî da.

Daxuyanî li ber meclîsa Îştar ya Mexmûrê hate dayîn. Beriya daxuyanî destpê bike deqeyek rêz hate girtin. Daxuyanî ji aliyê endama Koordînasyona Meclîsa Îştar ya Mexmûrê Songul Guler ve dayîn.

‘Emê têkoşîna xwe bilind bikin’

Songul Guler destpêkê banga PAJK û KJK’ê silav kir û wiha got: “Em weke jinên wargeha Mexmûrê banga PAJK û KJK’ê ya ji bo xweparastina jinan silav dikin. Em vê bangê ji bo xwe weke perspektîf dibînin û emê têkoşîan xwe bilindtir bikin. Ji dîrokê heta niha em jin bi navên cûr be cûr tên qetilkirin, jin di hemû şeran de dibin qurbanên yekem, jin dibin navê namûs, zewac, pîrebok û h.w.d de hatin qetilkirin û kuştina jinan di zîhniyeta mêrsalarî de rewa heta dîtin û heta roja meya îro jî ev kuştina jinan berdewam dike. Bi taybet li Rojhilata Navîn cihê ku em dibêjin çanda jinê têde hatiye avakirin, qirkirina jinan jî lê berdewam dike. Şerê cîhanê yê seyem ku Rêber Apo beriya 30 salan got destpêkiriye niha di sala 2024’an de deweltên cîhanê nû dibêjin şerê cîhanê yê seyem destpê kiriye. Di şerê Ukranya- Rusya, Azerbeyacan- Ermenistan, Filistîn-Îsrail berdewam dike divan şeran de herî zêde jin û zarok tên qetilkirin. Hemû sûcên ku di şerde tên kirin li ser jinê didin meşandin.”

'Li ser esasê xwebûn, hebûn û zanîsta jinan xwe xurtir bikin'

Songul Guler bal destnîşan kir ku divê hemû jinên cîhanê xwe li dijî hemû cûrê êrişan bi parêze û wiha got: “Divê hemû jinên Kurd, Rojhilata Navîn û hemû jinên cihanê li dijî êrişên li ser jinan têkoşîna xwe xurtbikin û li dora hev kom bibin. Mêr-dewlet ji dirokê heta niha hertim xwestin jinan tune bike û her diçe êrişên xwe yên li ser jinan zêde dike. Ger em xwe birêxistin nekin, em ê tune bibin, nasnameya me tune bibe û civaka xwe windabikin. Ji ber vê jî pêwîste em tevlî vê bangê bibin û rêxistinbûna xwe xurtir bikin. Li ser esasê xwebûn, hebûn û zanîsta jinan xwe xurtir bikin, rêxistin bikin, xweparastina xwe pêşbixin. Em wek jinên wargehê ji bo ev bang bigihijê armanca xwe emê hemû karûxebatên xwe li ser zanîsta Jineolojî pêkbînin.”