5 sal şûnde vegeriya gundê xwe: Bila şer bidawî bibe
Emîne El-Dahir a ku 5 sal beriya niha ji gundê xwe koçber dibe, careke din vegeriya gundê xwe. Emîne dibêje “Malên me hilweşandin lê nekarîn hezkirina me ya axê tune bikin. Daxwaza koçberan ew e ku şer bi dawî bibe, koçber vegerin waren xwe.”
					SORGUL ŞÊXO
Zirgan – Gundê Til El-Werid di navbera bajarên Til Temir û Zirganê yê Kantona Cizîrê de ye. Gundê ku ketiye ser xeta agir ji ber êrîşên hewayî û bejahî yên dagirkeriya Tirk gelek zirar dîtiye û malek jî saxlem nemaye.
Her malbatek koçber ji dema koçber bûne ve her dem pirsa gelo dê kengê vegerin gundê xwe ji xwe kiriye. Bi vê hevokê her roj di nava 6 salan de soza xwe ya vegera bi rûmet dubare kirine.
Emîne El-Dahir dayika 4 keç û 4 lawan e, sê meh berê vegeriyane gundê xwe yê 5 salan jê koçber bûbûn. Tevî ku hê xetera dagirkeriya Tirk û çeteyên wî hene jî malbat vegeriyaye.
Emîne vegeriya lê çi dît?
Mala Emîne wekî bi sedan malên li gund zirar dîtiye, ji topbaran û êrîşan qulqulî bûye. Hê jî şopên li ser mal nîşaneya hovîtiya êrîşa dagirkeriya Tirk û binpêkirina zagonên mafên mirovan hene. Dagirkeran malan hilweşandin lê nikaribûn hezkirina ji axê û vegera li hembêza gund qedexe bikin.
Emîne ji ajansa mere axivî û behsa vegerê û tişta ku kiriye kir.
Emîne got ku ew ji ber hovîtiya êrîşên dagirkeriya Tirk neçarî koçberiyê bûbûn û wiha berdewam kir: Erdê me dagir kirin, mala me topbaran kirin û darek tenê jî li hewşa me nehiştin. Em sê meh in vegeriyane lê tişta me dît wêranî bû.
Bi birîna kelpîçan re rûpelek nû ya ku naveroka wê ji nû ve ava kirine vekirin
Emîne û malbata xwe piştî ku dibînin mal wêrankirî ye, dest bi birîna kelpîçan dikin. Wiha rûpelek e nû di jiyana xwe de vedikin ku naveroka wê ji nû ve ava kirine. Du odeyên ji kelpîçan ava dikin.
Emîne rêwîtiya koçberiyê ya ji gundên Aşûriyan ber bi kampên koçberan ve wekî şerekî bê gule û têkoşînek bênavber pênase dike. Koçberî perîşanî ye û vegera mal çareseriya herî guncaw bû.
Erdê Emîne hê jî di bin dagirkeriyê de ye û 6 sal in tovek neçandine, dûrî çandiniyê ne.
Bi vegerê bersiv da dagirkeriyê
Emîne bi gotinên; “Min li her derê topên neteqiyayî dît, kom kir û bêbandor kir” behsa tiştên ku dîtine kir û da zanîn ku wan xwe radestî bêçaretiyê nekirine, têkoşîn û berdewamiya jiyanê hilbijartine û bi vegerê bersiv da dagirkeran.
Ji ber ku mal bi halê xwe yê heyî nabe, du odeyên kelpîç lêkirin. Emîne li ser hovîtiya êrîşên li ser gundên xwe got: “Çavên min bi ku dikevin dibîni ku ew der hilweşiyayî û wêrankirî ye. Hinek gund hene bi erdê re bûne yek.”
Bêrîkirina çandiniyê
Çavên Emîne li erdê wê yê dagirkirî ye û daxwaz dike ku dagirkeriya Tirk erdê wê lê vegerîne da ku careke din biçîne. Di heman demê de xwest ku şer bi dawî bibe û îstîqrar çêbibe, careke din koçber nebin û bi tirs ranezên.
‘Dagirkerî nebûya me warê xwe terk nedikir’
Emîne bi gotinên; “Hêviya me ew e ku em careke din mala xwe ava bikin û erdê xwe biçînin, ev di dilê me de maye” dide zanîn ku ger dagirkerî nebûya koçber nedibûn, malên wan nedihatin topbarankirin û erdên wan nedihatin perçekirin û dagirkirin û wiha didomîne: “10 sal jî derbas bibin dê nebe weke berê. Ji ber pirsgirêka çandiniyê û sereratkirina mal zêde ye. Em îro nikarin pencereyek an jî deriyekî bikirin. Lê tevî her tiştî hêviya me zindî ye. Daxwaza me û bi hezaran koçberan ew e ku şer bi dawî bibe, koçber vegerin waren xwe. Em ji şer westiyan. Çend sal in Sûriye di nava şer de ye êdî gel nizane çi bike. Xewna me hemûyan ew e ku îstîqrar çêbibe.”
‘Zarokên ku di koçberiyê de mezin bûn mirov û malên xwe nas nakin!’
Emîne di dawiyê de qala xaleke pir girîng kir û got: “Zarokên ku dema koçber bûn hê lê ber şîr bûn, îro mezin bûne lê mirovên xwe nas nakin. Ji ber piştî koçberiyê her kes bi aliyekî ve çû. Niha jî bi vegerê re êdî em hev û malên xwe bi zarokên di nav 6 salan mezin bûne, didin nasîn. Zarokên ku wê demê hê çend mehî bûn îro 6 salî ne û hê jî mirovên xwe nas nakin!”
Emîne dide zanîn ku heta niha bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû maye, peydakirina avê, çêkirina torên elktrîkê û hwd. pêwist e û diyar dike ku ew baş dizanin ev pirsgirêk hemû tenê bi vekişandina dagirkeriya Tirk ji herêmê ve girêda yî ye.