Li Mexmûrê Meclîsa Îştar bi çêkirina xwarinên gelêrî 4’ê Nîsanê pêşwazî kirin
Meclîsa Îştar ya Mexmûr bi çêkirina xwarinên gelerî û bi stranan 4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullha Ocalan pêşwazî kirin.
Mexmûr- Meclîsa Îştar ya Mexmûrê bi boneya 4'ê Nîsanê rojbaûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwarinên gelêrî amadekirin û stranên dengbêjiyê gotin.
Endama Meclîsa Îştar Ezîza Teymûr got ku ew 4'ê Nîsanê li dayika Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dayê Uweyş û li gelê Kurd pîroz dike û wiha domand: "Bi fikir û felsefeya Rêber Apo me dîrok, nasname û çanda xwe nas kir. Fikir û felsefeya Rêber Apo li tevahî cîhanê belav bûye.
Piştî xwarinê, dengbêjên wargeha Mexmûr stranan gotin. Herî dawî jî jinan govend gerandin.