Meclîsa Îştar a Mexmûrê starta çalakiyên 25’ê Mijdarê da
Meclîsa Îştar a Wargeha Mexmûrê, bi dirûşmeya ‘Li Dijî Hemû Tundûtujî, Dagirkerî û Desthilatdarî Jin Jiyan Azadî’ starta çalakiyên 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê bi daxuyaniyekê ragihand.
Mexmûr- Meclîsa Îştar a Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) bi boneya nêzîkbûna 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanê, bi dirûşmeya ‘Li Dijî Hemû Tunditujî, Dagirkerî û Desthilatdarî Jin Jiyan Azadî’ starta çalakiyên xwe ragihand. Daxuyanî bi beşdariya jinên wargehê li ber deriyê Meclîsa Îştarê hate dayîn.
Beriya ku daxuyanî bê dayîn ji bo tevahî pakrewanên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hate girtin. Piştî rêzgirtinê daxuyanî ji aliyê Endama Stêra Zêrîn Viyan Guler ve hate xwendin.
Daxuyanî wiha ye:
“Em di pêvajoyekî wisa de jiyan dikin ku pergala desthilatdar ya zilam hemû Rêbazên çewisandina civakê li ser jinê pêk tîne. Li hemberî vê pergala çewisiner xweparastin û têkoşîn meşandin erkên jinan ya jêneveger e.
Roja 25’ê Mijdarê roja têkoşîna li hemberî tundî, qetilkirin û binpêkirina mafên jin û civakê ye. Wek tê zanîn têkoşîna ku em li hemberî pergala desthilatdar a zilam didin meşandin, bi bîranîna xwişkên Mirabell yên ku di sala 1960’an de li hemberî dîktatoriya Komara Domînîkê têkoşîn dan meşandin û ji ber vê helwesta xwe ya têkoşîner hatin qetilkirin. Roja 25’ê Mijdarê weke roja navnetewî ya têkoşîna li hemberî tundiyê ye. Wek jinên têkoşinvan ne tenê rojekê hemû rojên me pêwiste bi rihê têkoşîna li hember hemû curên tundiyê yên li ser jin û civakê bên jiyanî kirin. Wek jinên Kurd em xwedî mirasek mezin yê têkoşîna li hember desthilatdariyê ne.
Em ji wek jinên wargeha Mexmûrê li ser birdoziya Rêber Apo ya azadiya jin emê xwe bi rêxistin bikin. Bi zanista Jineolojî em ê civaka xwe birêxistin bikin û bi şiyara ‘Jin, Jiyan, Azadî’ em ê li hemû qadên jiyanê li ber xwe bidin û destkeftiyên xwe biparêzin. Li ser vê yekê emê çalakiyên xwe cur be cur bidin meşandin.”
Bernameya çalakiyan wiha ye:
“*15,16 û 17’ê mehê li her çar semtên Wargeha Mexmûrê ji aliyê Akademiya Şehîd Jiyan vê li ser giringî û wateya rojê wê sinevîzyon were temaşekirin.
*17’ê ji aliyê Qada Perwerdê ve li ser tunditujiyê li dijî jinan belgeflim ji bo mamosteyên xweser wê bê temaşekirin.
*18’ê mehê ji aliyê Meclîsa Jinên Ciwan ya Şehîd Axîn ve wê meş bê lidarxistin.
*20’ê mehê li ser girîngî û wateya 25’ê Mijdarê wê semîner were dayîn.
*20’ê mehê ji aliyê Weqfa Jin û Jineolojî ve ji bo malbatên dibistanên dayikê ji bo rakirina hemû curên tundiyê wê semîner bê dayîn.
*24’ê mehê ji aliyê Qada Perwerdê ve ji bo xwendekarên Navîn û Amadeyî li ser girîngî û wateya rojê wê semîner bê dayîn.
*25’ê mehê meşekî girseyî wê bê lidarxistin.”
Daxuyanî bi dûrişmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ dawî bû.