Meclisa Îştar a Mexmurê Starta 8’ê Adarê da
Meclisa Îştar a Mexmurê bi diruşma “Emê bi hêza jina rêkxistinkirî têkoşinê bilindbikin û serkeftinê bi destbixin” starta çalekiyên 8’ê Adarê da.
Mexmur- Li wargeha penaberan a Mexmurê jî weke her derê jin ji niha de ketine nava xebatên 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê. Meclisa Îştar a Mexmûrê bi daxyaniyekê starta çalekiyên 8’ê Adarê da. Jinan bi şiyara: “Emê bi hêza jina rêkxistinkiri tekoşinê bilindbikin û serkeftinê bi destbixin” çalakiyên xwe ragihandin ku dê ji roja 1’ê Adarê heta 8’ê Adarê çalekiyên xwe dewam bikin. Daxyani ji aliyê endama Koordinasyona Meclisa Îştar Çîçek Cengîz ve hat xwendin.
Daxyaniya Meclisa Îştar wihaye:
“Jina Kurd yaku ji qada şer bigîre heyanî qada siyasetê mohra xwe li gelek çalakiyên serkftî dide û pêşengî ji şoreşê re dike. Bi fikira Rêber Apo ya ku her diçe gerdunî dibe netenê jinên Kurd li tevayî cihanê jinên ku bi fikira wî xwe perwerde dikin li ser esasê sistema Netewa Demokratik têdikoşin, serkeftinên mezin bi dest tixin û gavê mezin berbi azadiyê ve tavêjin. Ji bo vê jî hewceye em jin ji bo azadiya Rêber Apo ya fîzikî têkoşina jinan bigihînin lutkeya herî jor. Tê ditin di encama her cure êrişên heyî de ji herî zêde jin jê bandor dibin. Nimuneya vê jî dayika Emine Şenyaşar weke jinek ji bo bi dest xistina mafên xwe û bêhuquqiya heyî bide diyarkirin wek dayikek û jinek sembola berxwedan jinê radixwe pêş çavan. Li aliyê dinê dayikên ku bimehan ji bo girtina cenazê zarokê xwe li ber deriyê sinor li berxwe didan û dayikên ku parçeyê zarokên wan di qutiyan de ji bo wana tê şandin remza bi hêzbuna jinê ya di azadiya xaka xwe û welatparêziya xwe de israra jina kurd radixe ber çavan. Weke jinên Kurd êrîş û listokên heyî divê têkoşîna heyî jî ewqasî pir alî be. Em ê bi vî rihî li derdora hev kombibin û xwe rêkxistin bikin.
Em weke jinên Wargeha Şehid Rostem Cudî Mexmûrê bi rast hatina 8 Adarê Roja Jinên Cîhanê hêbêhtir bilind kirin a ruhê hemleya dem dema azadiya fizikî ya Rêber Apo ye û dem dema parastina jin û civakê ye bi rêze çalekiyan mezin bikin.”
Çalakiyên Meclisa Îştar a Mexmûrê yên di çarçoveya hefteya 8’ê Adarê de wiha ne;
1’ê Adarê bernameyek taybet ji bo girtiyên siyasî,
4’ê Adarê seminer li ser wate û giringiya 8’ê Adarê,
5’ê Adarê vekirina pêşangeha ji hunerê destê jinan,
6’ê Adarê dê roja jinan li jinên wargehê û jinên navçeya Mexmûrê bê pîrozkirin
7’ê Adarê dê meşekî giştî were li darxistin.
Daxyanî bi diruşma “Jin Jiyan Azadî” dawî bû.