Li Turkiyê di Sibatê de 23 jin hatin qetilkirin
Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin daneyên meha Sibatê eşkere kir.
Navenda Nûçeyan- Li gorî daneyên Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin, di meha Sibatê de herî kêm 23 jin ji aliyê mêran ve hatine qetilkirin. Mirina 21 jinan jî bi awayekê bi guman hat tomarkirin.
Ji 23 jinên hatin qetilkirin 10 jin ji aliyê mêrên bi wan re zewicîbûn, 4 ji aliyê mêrên bi wan re bûn, 3 ji aliyê xizmekî xwe ve, 2 ji aliyê mêrê berê bi wan re bûn, 2 ji aliyê birayên xwe ve, 1 ji aliyê kurê xwe ve û 1 jî ji aliyê kesekî nas ve hatin qetilkirin. Dîsa jin ji aliyê mêrên herî nêzî wan ve hatin qetilkirin. Ji van 16 jin li malên xwe yên bi ewle tê hesibandin, 3 li nîvê kolanê, 2 jin li cihekî bêdeng, 1 li cihê kar û 1 jî li zeviyê hat qetilkirin.
Ji ber ku biryarên xwe girtin hatin qetilkirin
Di qetlîamên jinan de hincet dîsa heman bûn. Jinên ku dixwestin jiyana xwe ava bikin hatin hedefgirtin. Dema ku ji 23 jinên hatine qetilkirin 11 jê nehatin tesbîtkirin ku bi çi hincetê hatine qetilkirin, 10 jî van bi daxwaza berdanê, redkirina lihevnekirinê, redkirina zewacê, redkirina têkiliyê hinceta ku dixwazin der barê jiyana xwe de biryarê bidin hatine qetilkirin, 2 jin bi hinceta aborî hatin qetilkirin.
“Bila cezayên ku bandorê li ser kiryaran bikin werin dayîn ”
Platformê di raporê de bal kişand ser polîtîkayên bêcezatiyê û wiha hat gotin: “Tesbîtnekirina 11 jinên bi çi hincetê hatin qetilkirin, encama tundiya li ser jinan e û paşguhkirina cînayetên jinan e. Heta ku neyê diyarkirin jin ji aliyê kê ve û çima hatine kuştin; heta ku dadgehkirineke adil neyê kirin guman, bersûc û kujer heta bi cezayên ku bandorê li wan bike negrin û tedbîrên pêşîgirtinê neyên bicihanîn, tundî dê bi awayên cuda iberdewam dike.”