Mamosteyên zimanê Ermenî: Hevpeymana Civakî hebûna me ji pişaftinê diparêze
Meclîsa Civaka Ermenî li ser daxwaza Rêveberiya Xweser ji bo sala nû ya perwerdehiyê û bi armanca pêkanîna bendên Hevpeymana Civakî, dibistanek vekir.
RONÎDA HACÎ
Hesekê – Bi pêkanîna Hevpêymana Civakî hemû civak û netewên ku li Bakûr û Rojhilatê Sûrî dijîn xwedî derfetê wiha ne ku dikarin li ser zimanê xwe yê dayikê perwerde bibînin. Îro di bin sîwana Rêvberiya Xweser de Meclisa Civaka Ermenî dibistanek ji bo avakirina mamosteyên pispor da ku sala nû ya xwendinê fermî branşa zimanê Ermenî derbasî dibistanên Rêvberiya Xweser bibe. Di dibistanê de dewreyek perwerdeyê ji 25 mamosteyan pêk tê hat vekirin. Dewre ji seat 9 an de heya seat 1 bi dawî dibe. Di aliyekî di de dewreyek Edyolojî ji 25 endam û rêvberên Meclisa Civaka Eremenî di hundirê dibistanê de dibînin. Dibistana Zat Nitaqeyîn li Taxa Nasra a Bajarê Hesekê hatiye vekirin. Têkildarî vê mijarê mamosteyên zimanê Ermenî axivîn.
“Di qonaxa Hebûn û tunebûnê peymana Civakî hebûna me ji pişaftinê diparêz e”
Mamosteya Zimanê Ermenî Losîn Erdmiyan da zanîn ku Hevpeymana Civakî hebûna me ji tunekirin û pişaftinê diparêze û wiha anî ziman: “Ev 10 roj me amadehiya vekirina dibistanê dikir, di hundirê dibistanê di beş hene. Yek jê dewreya avakirina mamosteyên zimanê Ermenî û ya din jî dewreya bîrdozî ji bo Endamê Meclisa Civaka Eremenî ye. Mamosteyên Zimanê Ermenî ji 25 mamosteyan pêk tê hemû jî di perwerdeyên ziman de derbas bûne, me perwerde dida wan li meclisê. Îro ev perwerde bi armanca avakirina mamosteyên pispor ku bikaribin nifşekî xwedî exlaq û polîtk bidin avakirin. Îro em di qonexek pir hesas re derbas dibin qonaxa hebûn û tunebûnê ye. Em ê bi xwedîderketina li zimanê dayikê hebûna xwe ji pişaftinê biparêzin. Hevpeymana Civakî maf û hebûna me diparêze. Beriya niha me dixwest em bi zimanê xwe yê dayikê bixwînin lê derfetên me tunebûn û wekî xewnekî ji bo me bû. Lê Rêvberiya Xweser xewna me pêk anî û derfet ji me re pêşkêş kir da ku em mamosteyên pispor ava bikin, ji bo sala nû bi rengekî fermî biranşê me derbasî dibistanan bibe. Ev gav jî gavek pîroz û serkeftî ye. Em wekî gelê Ermen Rêveberiya Xweser xwediyê xwe dibînin.”
“Em bi ziamnê xwe hene”
Mamosteya Zimanê Ermenî Garînê Gêsoyan ku bi temenê xwe 54 salî ye da zanîn ku Hevpeymana Civakî xewin û xeyalên dapîr û bapîran pêk tîne û wiha axaftina xwe domand:” Ez bi vî temenê xwe derbasî dewreyên zimanê Ermenî bûm, ji bo min xeyalek bû ku em zarokên xwe bi zimanê xwe fêr bikin. Lê niha bi pêkanîna Paymana Civakî xewin û xeylên me pêk were. Îro em ji dewleta Tirk a dagirker dibêjin ku ew di riya komkujiyan xwest me tune bike lê îro ev gav bersiv ji êrîşên wî re ye. Em bi zimanê xwe hene, çiqas xweş e ku îro em biçin dibistanek bibînin her pêkhateyek zimanê xwe dixwîne. Ev serkeftinek dîrokî ye.Em spasiya Rêveberiya Xweser dikin ku îro ev şens da me ku em xwedî li pêşeroja xwe û zarokên xwe derkevin.”
Endama Meclisa Civaka Ermenî Losnak kafodiyan da zanîn ku pêşxistina bîrdozjî pêşxistina kar û xebat e û wiha got: “Îro em perwerdeya bîrdozî dibînin, tê de waneyên dîrok, çand, exlaq û rêxistinbûyîn dibînin. Em tevli vê perwerdeyê bûne bi armanca pêşxistina kar û xebatên me ye. Her çiqas mirov derbasî perwerdeyan bibe ewqas jê sûd digre. Her dem pêwîstiya me bi perwerdeyê heye. Zanebûn ji bo me çekek li hemberî planên qirkirin û dagirkeriyê ye.”
Dewreya Perwerdeyê dê 3 heyvan di dibistanê de berdewam bike.