Mamoste û xwendekarên Zimanê Kurdî: Hebûna gelek zimanan pirrengiya civakî ye

Mamoste û xwedekarên ku ji peymangeha Mamosteyan a Hesekê mezûn bûn, xwestin Zimanê Kurdî di destûra Sûriyeyê de were qebûlkirin û gotin: “Hebûna gelek zimanan li welatekî ne pirsgirêk e, pirrengiya civakî nîşan dide.”

RONÎDA HACÎ

Hesekê – Rêjîma Baasê xwedî pergalek yek ziman, yek çand û yek rêveber bû. Piştî têkoşîna 15 salan a pêkhateyên Sûriyeyê, sîstema Baasê hat hilweşandin. Di ser hatina hikûmeta demkî re zêdetirî salek derbas bû, lê li vê rêveberiyê li Sûriyeyê ti guhertin pêk neaniye. Pisgirêka neqebûlkirina zimanê Kurdî li Rojavayê Kurdistanê mijara sereke û bingehîn a ji bo her welatiyek Kurd e. Têkldarî vê mijarê mamoste û xwendekarên peymangeha amadekirina mamosteyan a Hesekê, helwest û daxwazên xwe bi riya ajansa me anîn ziman.

‘Çima Hikûmeta Şamê dihêle ku li ser saziyên wê bi zimanê Tirkî were nivîsandin?

Mamosteya Zimanê Kurdî Leyla Derwîş destnîşan kir ku qebûlkirina zimanê Kurdî lingê bingehîn ê Şoreşa Rojava ye û wiha domand: “Efrîn axa Sûriyeyê ye. Îro dewleta Tirk axa me dagir kiriye. Lê çima Hikûmeta Şamê qebûl dike li ser saziyên wê bi zimanê Tirkî were nivîsandin? Lê em hemwelatiyên vê xakê ne, ev 15 sal in di nava tekoşînek mezin de ne. Şoreşa me ji bo zimanê me hat kirin. Çima zimanê Kurdî nayê qebûlkirin? Em daxwaza naskirina zimanê Kurdî di destûra Sûriyeyê de dikin. Ji ber ku me ji bo her tîpek ku em fêr dibin, xwîn feda kiriye.”

‘Divê rêjîma Baasê neyê dubarekirin

Mamoste Leyla bi bîr xist ku zimanê Kurdî ne tenê amûreke ragihandinê ye, ew rûmet, dîrok û hebûna gelê Kurd e û wiha pê de çû: “Ev zimanê ku bi hezaran salan li ser xaka Mezopotamiyayê hatiye jiyandin, bi zor û zordestiyê re rû bi rû maye. Şoreşa Rojava li dijî pergala yek al, yek ziman hate destpêkirin û têkoşîn 15 salan dom kir. Ji ber vê yekê, divê rejîma Baasê li Sûriyeyê neyê dubarekirin û divê hemû pêkhateyên civaka Sûriyeyê bi nasname û çandên xwe di destûrê de werin qebûlkirin.”

Qebûlkirina zimanê Kurdî xwedî derketina li pêşeroja nifşek e

Xwendekar Viviyan Hebwa tekez kir ku bi boneya nêzîkbûna roja Zimanê Kurdî, li Sûriyeyê polîtîkayên li dijî nasname û zimanê gelê Kurd têne meşandin û wiha got: “Îro nifşek mezin a xwedî ziman, nasname û dîrok hatiye avakirin. Qebûlkirina zimanê Kurdî ya di destûra Sûriyeyê de, gavekî gelek girîng ê ji bo pêşeroja vî nivşî ye. Em ji her Kurdekî dixwazin ku zimanê xwe yê dayîkê ji înkarkirinê biparêze û li beramberî siyasetên inkarkirinê dakeve qadan.”

Em bê ziman jiyan nakin

Xwendekar Ala Fewaz jî got ku ziman nasname û hebûna mirov e û hestên xwe wiha anîn ziman: “Zimanê Kurdî bi fedakariyên şehîdan hatiye parastin. Paşguhkirina wê, paşguhkirina nifşekî bi salan e. Em bi evînek mezin hatin dibistanan û gihîştin asta peymangehê. Em qebûl inakin ku keda me ya bi salan neyê qebûlkirin. Zimanê me mîrateya şehîdên me ye û em bêyî wê jiyan nakin.”