Mamoste û xwendekarên Til Temirê bi meşeke girseyî piştgirî dan QSD/YPJ’ê
Îro, bi sedan ji mamoste û xwendekarên bajarê Til Temirê bi meşeke girseyî piştgirî dan berxwedana QSD’ê û komkujiyên dewleta Tirk li ser Bendava Tişrînê pêk tîne şermezar kirin.
Til Temir - Dewleta Tirk a dagirker bi dijwarî êrîşên xwe li dijî Bendava Tişrînê berdewam dike. Herwiha li dijî sivîlên li ser Bendava Tişrînê ku ji bo parastina bendavê nobetê digrin, êrîş dike û komkujiyan pêk tîne. Di encama êrîşan de zêdetirî 20 sivîlan jiyana xwe ji dest dane û zêdetirî 120 birîndar çêbûne.
Li dijî komkujiyên ku dewleta Tirk li ser Bendava Tişrînê pêk tîne û piştgiriya QSD’ê, îro bi sedan ji mamoste û xwendekarên bajarê Til Temir ê Kantona Cizîrê, di bin diruşmeya "Na ji kiryarên dewleta Tirk yên li ser Bendava Şehîdan û Berxwedanê" meşeke girseyî lidar xistin.
Piştî ku mamoste û xwendekar li Saziya Malbatên Şehîdan kom bûn, bi berzkirina dirûşmeyêm berxwedana gel û şervanan dest bi meşa xwe kirin heta çarxereya Şehîd Qendîl rawestiya.
'Gel bi îradeya xwe îro li Bendava Tişrînê li ber xwe dide'
Piştî deqeyek rêzgirtinê, li ser navê Kongra Star Çinar Yûsif wiha axivî: "Em berxwedana dîrokî ya ku niha li ser Bendava Tişrînê tê nivîsandin, bi rêzdarî silav dikin. Em sekna gel û berxwedaniya wan a ku li ser bendavê nobedariyê dikin jê hêz digrin, gava ku gel bi şervanan re dibe yek. Zêdetirî meh û nîvekê ye dewleta Tirk bi hemû teknîk û hêza xwe ya hewayî hewl dide Bendava Tişrînê derbas bike, lê belê nikarîbû yek gavê jî pêş de were. Ji ber dewleta Tirk dewleteke dagirker e wê nikaribe îradeya me têk bibe. Em îro bi îradeya xwe li ser Bendava Tişrînê li ber xwe didin."
'Dewleta Tirk rojnamevanan qetil dike’
Çinar Yûsif bang li giştî dewlet û rêxistinên ku mafê mirovan diparêzin kir ku êrîşan rawestînin û wiha got: "Qey hun dewleta Tirk nabînin? Ku îro bi hemû hêza xwe ya hewayî êrîşî gelê sivîl yê li ser Bendava Tişrînê dike, sivîlan qetil û birîndar dike. Ne tenê ev çapemeniya azad hedef digre wan qetil û birîndar jî dike. Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan jî mînaka vê yekê ne ku heta dawî jî heqîqeta dewleta Tirk ji cîhanê re radighandin."
'Heta dawî Berxwedan Jiyan e'
Çinar Yûsif di dawiyê de piştgiriya xwe bi QSD’ê re nîşan da û wiha anî ziman: "Heta dawî em ê piştgirê QSD/YPJ’a xwe bin. Dirûşmeya me heta dawî jî Berxwedan Jiyan e."