Mamosta û karmendên Başûrê Kurdistanê dest bi baykotê kar kirin

Duh mamosta û karmendan bi daxuyaniyekê dabûn diyarkirin ku wê ji ber nedana muçeyan dest bi baykotê bikin. Li ser wê yeke îro li gelek bajar, bajarok û herêman mamosta û karmend ji ber nedana mûçe, neçûn ser kar û boykot kirin.

Navenda Nuçeyan- Li Başûrê Kurdistanê mamosta û karmendan di derbarê nedana muçeyan de dabûn diyarkirin ku ger pirsgirêka wan neyê çareser kirin ewê dest bi boykotan bikin û duh li ser vê yeke daxuyanî dan. Di daxuyaniya xwe de gotin: “Aşkiraye roj bi roj nirxê neftê zêde dibe û dahata neftê, gumrik û bacê zêde bûye lê belê hikumet bi hênceta ne bûna pere muçeyê me nadin.”

Bi heman mebestê îro karmendên rêveberiya perwerdeyê ya navçeya Seyîdsadiq, nexweşxaneya Şehîd Tofîq ya li Derbendîxan, karmend û mamostayên Kelar û navçeya Kifrî boykot baykot kirin û neçûn ser kar. Li navenda Îdareya Raperîn û Qeladizê jî bi heman awayî beşek ji mamosta û karmendan neçûn ser karê xwe. Li bajarê Silêmaniyê  jî rêveberên ceyran û şaredariyê, nexweşxaneya Elî Kemal û dibistanê neçûn ser kar. Li Helebceyê jî mamosta û karmendên rêveberiya Rewşenbîrî û Çandiniyê ji ber nedana mûçe neçûn ser kar.

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku Hikumeta Herêma Kurdistanê beriya niha ragihandibû wê 25’ê mehê mûçe were belavkirin. Lê tevî niha nirxê her bermêlek neftê bi 118 dolaran tê firotin jî, berpirsên hikumetê bi hêceta nebûna pere, mûçeyê meha 2 yê karmendên Herêma Kurdistanê belav nekirine û wana ji dest bi baykota kar kirine.