Malpera Rojnameya Yenî Yaşam hat astengkirin
Malpera înternetê ya rojnameya Yenî Yaşam ku rojane tê weşandin hat astengkirin.

Navenda Nûçeyan- Malpera înternetê ya rojnameya rojane Yenî Yaşamê cara 7'an hat astengkirin.
Li gorî biryara di malpera Saziya Agahiyên Teknolojî û Ragihandinê (BÎK) de; malpera “http://yeniyasamgazetesi7.xn--com-9o0a ji aliyê Dadgeriya Ceza ya Sulhê ya 2'yan a Amedê ve hat astengkirin.
Heman dadgeriyê di 19'ê Kanûnê de jî biryara astengkirina malpera rojnameyê dabû.