Malpara ajansa me hat astengkirin
Malpera Ajansa me NuJINHA ya bi Erebî, Farsî, Kurdî, Tirkî û Înglîzî bi 5 zimanan weşanê dike ji aliyê BTK’ê ve hat astengkirin.
Navenda Nûçeyan – Ajansa me ya ku bi dirûşma “Ji duh heta sibê dengê jinan NuJINHA” dest bi weşana xwe kir, malpera wê ya înternetê “jinhaagency.com” bi biryara Saziya Ragihandina Teknolojiyên Agahdariyê (BTK) di 28’ê Çileya 2022’an de hat astengkirin. Ajansa me ya ku salek berê bi pêşengiya Weqfa Çandî ya Medyaya Jinan, a navenda wê Swêd e, dest bi weşanê kir; bi 5 zimanan ango bi zimanê Erebî, Farsî, Kurdî Tirkî Înglîzî û zaravayên Kurdî soranî û kurmancî weşanê dike, hewl dide dengê jinên li Rojhilata Navîn ragihîne cîhanê.