"Bi giringiya ku Rêber Apo dida pêşketina jinan re baweriya me bi me zêde dibû"

Emel Horo yek ji jinên ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dîtiye wiha got: "Rêber Apo xwedî heybeteke mezin bû, mirov jê hêz digirt. Pir girîngî dida pêşketina jinan. Em ê bi belavkirina fikir û felsefeya Rêber Apo komployê vala derbixin.”

GULNAR ROJ 
Heleb-Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 15`ê Sibata 1999`an di encama komployeke navneteweyî de hat girtin û ji wê demê ve di bin şert û mercên zehmert ên tecrîdê de li grava Îmraliyê dimîne. Li hemberî vê tecrîda girankirî tu cihên pêwendîdar helwest nedan nîşandan. Pêvajoya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Sûriyê bûye tevgerek mezin di nava gel de daye çêkirin û xwe gihandiye girseyek mezin. Jinên wê demê di civînan de amadebûne weke ku roja îro bûye hemû detayên wan kêliyan yek bi yek di bîra xwe de hêlane û wan rojan bi heskirinek mezin tînin ziman. Yek ji jinên ku bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re di sala 1999'an de li Lubnanê hevdîtin kir Emel Horo ya 47 salî ji taxa Şêx Meqsûd a bajarê Helebê ye û cihê xwe di Mala Jin a bajarê Helebê de digire ji me re behsa hevdîtina xwe kir. 
“Rêber Apo xwedî heybeteke mezin bû mirov jê hêz digirt” 
Emel Horo anî ziman ku wê du caran Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dîtiye û wiha got: "Ez xwedî şanseke mezin im ji ber ku min du caran Rêber Apo dîtiye her du caran jî bi munasebeta salvegera 15'ê Tebaxê bû. Cara yekemîn di sala 1992'an de bû, dema agahî ji me re hat ku em ê serokê xwe bibînin min pir heyecan girt ji ber ku xeyal bû ji min re ez serok bibînim. Dema em derbasî kampê bûn, ez û bi hezaran kes li benda dîtina serokê xwe bûn, heval dihatin gel me ji me re digotin xwe amade bikin niha wê serok were, hemû bi hev re mijûl bibûn lê her çavên min li derî bûn dê kengî serok bikeve hundir. Rêber Apo kesayeteke pir bi heybet bû û mirov hêz jê digirt. Di sîstema dewletan de gel zû bi zû nikare serokê xwe bibîne ji ber ku wê derfetê nadin gel lê serokê me newisa bû xwe ji gel didît û kesayetek pir dilnizm bû. Dema derbas bû em hemû di heyecanê de bûn, silaveke germ li kesên hazir kir. Min li rê û rêbazên serokatî mêze dikir ji ber ku heybeta wî dihişt mirov hêz û moral jê bigire, ew heybet tu caran ji bîra min naçe. Kesayeta Rêber Apo cuda bû ne weke mirovên normal bû, em kesayeta wî pîroz dibînin. Tiştê ku Rêber Apo ji bo me dikir ne hêsan bûn. Hêza gel pîroz didît û digot ger gel hêza xwe bike yek wê bi destên wan her tişt were avakirin."
"Bîngeha serkeftinê ruhê welatparêziyê ye"
Emel Horo diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di serî de behsa ruhê welatparêziyê kiriye û wiha domand: "Rêber Apo digot 'Divê mirov bi rih û can xwedî li erda xwe derbikeve û rihê welatparêziyê di xwe û zarokê xwe de bide çandin. Divê hûn baş li ser perwerdekirina zarokên xwe bisekinin û riyên rast  bidin ber wan. Dema ku em dibêjin werin tevli şoreşê bibin û xwedî lê derbikevin wate ne tenê ew e ku bi riya rakirina çek û rextan tevli bibin, newisa ye şoreşa me şoreşa vejîna mirovan e. Xwendevan û kesên rewşenbîr û siyasetmedar jî pêwîstî me ne.' Ji bo wê seroketî her dem banga welatparêziyê dikir ji ber ku ew bîngeha serkeftina gelan e û ji bo pêşxistina şoreşê jî hestên wetalparêziyê pir giranbuha û pîroz tê dîtin.”
"Îxanet dibe sedema binketina şoreşan"
Emel Horo da zanîn ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di axaftina xwe de qala îxanetên ku di şoreşên Kurdan de çêbûna kiriye û wiha bi lê vir: "Rêber Apo ji me li ser îxaneta ku di nav Kurdan de derdiketin diaxivî û digot 'Kurd bi gelek şoreşan rabûn lê ji ber îxaneta ku di nav me de derdiket şoreşên me bi bin diketin. Mêjiyê Kurdên me pir dewlemend e lê nizanin çawa mêjiyê xwe bixin xizmeta Kurdan.' Navê terorîstan li me hat barkirin ji ber ku em daxwaza mafên xwe dikin. Çima hemû neteweyên ku li ser vê axê dijîn xwedî maf in lê Kurd her di qirkirin û tunekirinê re derbas dibin, tiştekî me kêm nîn e em jî xwedî erd, dîrok, çand, erdîngarî û ziman in. Kurd xuluqkar in û hêza çareseriyê ne." 
"Rêber Apo girîngiyê dida pêşketina jinan"
Emel Horo got ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di axaftina xwe de girîngî dida jinan û pêşketina wan ji bo ku di civaka xwe de bibin xwedî rol û wiha anî ziman: “Rêber Apo her tim di axaftina xwe de girîngî dida jinan û daxwaz dikir ku jin xwe tu carî kêm nebînin. Ji destpêka dîrokê ve her tişt bi dest jinan hatiye avakirin lê her dem hêzên desthilatdar dixwazin jinan tune bikin û mafên wan binpê bikin. Bila jin xwe di malan de tenê nebînin cihê jinan rêveberiya civakê ye. Rêber Apo digot 'Jin dikarin şoreşan bi rê ve bibin' Bi rastî gotina Rêber Apo di roja me ya îro de pêk hat û jinên Kurd pêşengî ji hemû civak û jinên bindest re dikin." 
 "Tiliya hemû dewletên cîhanê di komployê de hebû "
Emel Horo bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Em komploya ku ji aliye dewletên ku naxwezin Kurd bibin xwedî maf şermezar dikin. Dewleta tirk xwest di şexsê Rêber Apo de hêviyên Kurdan ji bo Kurdistana azad bişkîne. Meha Sibatê ji bo me meheke reş e. Hêvî dikim ku em welatê xwe azad bikin û bi derketina Rêber Apo, meha Sibatê ji xwe re ronî bikin. Rola tevahiya dewletên cîhanê di vê komployê de hebû. Ger cîhan li ser fikir û felsefeya Rêber Apo bimeşiya dê niha rewşa cîhanê ne ev bûya. Dîtin ku projeya Rêber Apo û fikir û felsefeya wî nakeve xizmeta wan ji bo wê xwestin rêberê me bidin dîlgirtin. Hêza rêberê me heye ku gerdûnê tevahî bi rêve bibe û mafê her neteweyê bide wan. Ji bo wê hemû dest kirin yek da ku vê projeyê bidin şikandin ji bo ku aştî li cîhanê pêk neyê. Erê niha rêberê me di hundirê zindanê de ye lê em li ser riya wî ne niha fikra wî li tevahiya cîhanê belav bûye. Em ê xwedî li Rêberê xwe dekevin û bi fikir û felsefeya Rêber Apo komployê vala derbixin."