Malbatên li Afganistanê: Ji keçên me re dibistanan vekin

Malbatên li Afganîstana ku wê dewreya nû ya perwerdehiyê lê dest pê bike, bertek nîşanî qedexeyên perwerdehiyê Talîbanê yên ji bo keçan dan û bangawazî kirin.

Navenda Nûçeyan- Li Afganîstanê piştî ku Talîbanê di sala 2021an de welat bi dest xist, mafê xwendinê ji keçan hat standin. Malbatên li welêt bertek nîşanî biryara Talîbanê  a ku piştî pola 6’emîn perwerdeya keçan qedexe kir dan û daxwaza vekirina dibistanan kirin.

Malbatan ji malpera nûçeyan a TOLO News a Afganîstanê re axivîn û ji Talîbanê xwestin ku qedexeyê rakin, her wiha bang kirin. Kesê ji Kabîlê yê bi navê Ebdulcelîl di hevpeyvîna xwe de got: “4 neviyên min hene ku ji xwendinê bê par mane û niha li malê ne, divê ji bo wan biryar bê dayîn û biçin dibistanê.” Raziq yê ji Kabîlê jî got, "Du keçên min hene, yek di pola 8'an de ye û ya din jî pola 10'an de ye" û daxwaz ji Talîbanê kir ku zarokên wan biçin dibistanê.

'Tiştê ku herî baş em dikarin bikin'

Nûnerê Afganîstanê yê Taybet yê Amerîkayê Thomas West li ser medyaya dijîtal daxuyaniyek da û ragihand ku bi Nûnerê Taybet ê Jin û Mafên Mirovan ê Amerîkayê yê li Afganîstanê re li ser rewşa perwerdehiyê ya li welêt axivîne. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Wekî em dubare dubare dibêjin, tişti ku herî baş em wî welatî bikin perwerdakirina keçan û jiyana wan baştirkirin e.