Malbatên Havaranê: Em li dijî cezayên darvekirinê ne
Komek malbatên Havaranê li Îranê bi daxuyaniyekê bertek nîşanî cezayên darvekirinê dan û destnîşan kirin ku ji ber êşa windakirina hezkiriyên xwe ew li dijî vê cezayî ne. Malbatan bi bîr xistin ku mafê jiyanê mafê herî bingehîn ê mirovan e.
Navenda Nûçeyan – Komekî malbatên Havaranê, daxuyaniyekî weşandin û daxwaza rawestandina cezayên darvekirinê kirin.
Daxuyaniya bi sernavê "Çima em malbatên Goristana Havaranê ji cezayê darvekirinê re dibêjin na?", di Îlona 2026’an de bi îmzeya komek malbatên Havaranê yên li Îranê re hate weşandin.
‘Em parvekerên êşa malbatên ku zarokên xwe ji ber vê cezayê winda kirine ne’
Malbatên havaranê, di destpêka daxuyaniyê de sedema xwe ya li dijî derketina cezayên darvekirinê anîn ziman û gotin: “Çima em malbatên Havaranê li dijî cezayê darvekirinê derdikevin? Ji ber ku me êşa girtin û darvekirina hezkiriyên xwe kişandiye! Me ne cenazeyên xizmên xwe, çenteyên wan wergirtin. Em li dijî cezayê darvekirinê ne, ji ber ku em ji ber sepandina vî cezayê ya li ser hezkiriyên xwe, bi vê êşa giran û nayê tehemûlkirin re dijîn. Di heman demê de em parvekerên êşa malbatên ku zarokên xwe ji ber vê cezayê winda kirine ne. Êşa di dilê van malbatan de dê qet derbas nebe.”
Banga rawestandina cezayên darvekirinê
Di dawiya daxuyaniyê de banga dawî anîna cezayên darvekirinê hate kirin: “Mafê jiyanê, mafê herî bingehîn ê mirovan e û tukes nikare bi tu yasayekî vê mafê ji mirovan bigrin. Em daxwaz dikin ku cezayê darvekirinê were rawestandin û li şûna wê cezayên bandorker werin sepandin. Kî dibe bila bibe, li ku derê an jî kengî be û bi kijan hincetê be bila bibe, em li dijî cezayê darvekirinê ne.”