Malbata Şenyaşar: Li Rihayê zilma darazê didome

Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya Malbata Şenyaşar 480 roj in didome. Malbatê di çalakiya îro de ev peyam parve kir: “Li Rihayê zilma darazê berdewam dike.”

Navenda Nûçeyan - Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar li pêş Edliyeya Rihayê daye destpêkirin di roja 480’an de didome. Nobeta ku dayika Emîne Şenyaşar ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê nikarî tev li bibe, Ferît Şenyaşar li qada weke “Quncikê edaletê yê malbata Şenyaşar” tê zanîn da destpêkirin. Şenyaşar, têkoşîna xwe ya edaletê ji kesên rêya wan dikeve edliyeyê re vegot.  

“Edalet kesayetê dest pê dike”

Malbatê li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal jî vê peyamê parve kir: “Tu bijî tu jîndar î. Tu li dijî neheqiyeke li te hatiye kirin, bisekinî tu mirovî. Edalet ji kesayetê dest pê dike, civakan an ava dike an jî xera dike. Li Rihayê zilma darazê berdewam dike.”