Malbata Şenyaşar: Emê baweriya xwe winda nekin!

Malbata Şenyaşar a têkoşîna edaletê didomîne, tevlî Newroza Amede bû, li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal wiha got: “Bijî têkoşîna me ya mafdar. Em di wê baweriyê de ne ku dê têkoşîna me bi xwe re edalet û aramiyê bîne vî welatî.”

Riha- Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûsa Rihayê hevjîn û du lawên wê ji aliyê xizm û parazvanên wekîlê AKP’î Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin û lawê wê Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bû, di 9’ê Adarê 2021’ê de li pêşiya Edliyeya Rihayê dabûn destpêkirin, di roja xwe ya 729’emîn de ye.

‘Bijî têkoşîna me ya mafdar’

Malbata Şenyaşar a tevlî Newroza Amedê bû, li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal ev peyam parve kir: “Xeyala me ew e ku Tirkiye û hemû cîhan di nava biratî, wekhevî û azadiyê de bijî. Bijî têkoşîna me ya mafdar. Em di wê baweriyê de ne ku dê têkoşîna me bi xwe re edalet û aramiyê bîne vî welatî. Em ê tu carî vê hêviya xwe qut nekin.”