Malbata Şenyaşar di cejnê de jî li ber edliyê ye
Rêxistinên civaka sivîl û rêxistinên hiqûqî serdana malbata Şenyaşar a ku di cejnê de nobeda edaletê didomîne, kirin.
Riha - Nobeta "edaletê" ya Emîne Şenyaşar a ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû, di 9’ê Adarê de dabû destpêkirin, di roja xwe ya 425’an de ye.
Malbata ku ji ber Cejna Qurbanê ye nobeta xwe li mala xwe ya li Pirsûsê didomand, îro hatin ber edlileyê û li qada ku weke “Quncika edaletê ya malbata Şenyaşar" tê pênasekirin nobeta xwe dan destpê kirin.
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Girê Sor û rêveber û endamên Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) a Rihayê çûn serdana malbata Şenyaşar kirin. Di axaftinên ku di serdanê de hatin kirin de ji malbatê re peyamên hevgirtinê hatin dayîn.
Malbata Şenyaşar li ser hesabên xwe yên medyayê biparvekiriba ve peyamê spasiya ziyaretvanan kir: “Îro di roja 3’emîn a cejnê de nobeta edaletê ya dayikê li ber edliyeya Rihayê di roja 490’an de berdewam dike. Têkoşîna me heta di nava sînorên hiqûqê de edalet be dê bidome.”