Malbata Şenyaşar dê di cejnê de jî li pêş edliyeyê be
Malbata Şenyaşar ku 415 roj in di nobeta edaletê de ye, qîrîna daxwazên xwe yên ji bo edaletê didomîne.
Riha- Nobeta "edaletê" ya Emîne Şenyaşar a ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû, ket roja xwe ya 415’an. Malbata Şenyaşar serê sibehê ji mala xwe ya li navçeya Pirsûsê hatin ber edliyeya Rihayê û nobeta xwe ya edaletê dan destpêkirin.
Emîne Şenyaşar diyar kir ku ji Cejna Remezanê re çend roj mane û wiha got: “Em ê di Cejna Remezanê de jî li vir bin. Heta ku kurê min neyê berdan ez ê ji pêş edliyeyê neçim. Avahiya edliyeyê bûye mala min. Ez ê di cejnê de ne li cem zarok û neviyên xwe bim ez ê li vir bim. Bila qeydên nexweşxaneyê bên dîtin û kesên komkujî pêk anîne bên girtin. Ne yek du kesan. Gelek kes hebûn. Bi zilmeke mezin kuştin. Bila cezayê xwe bikşînin. Çima tên berdan. Heta ku Fadilê min neyê ez nikarim li malê rûnim, rûniştin ji min re qedexe ye. Piştî cejnê ez ê êvarê jî neçim malê. Ez ê bi şev jî li pêş edliyeyê razêm. Êdî bes e. Bila kurê min berdin.”
“Em edaleta tam dixwazin”
Malbata Şenyaşar li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ev peyam parve kir: “Em edaleta ne temam naxwazin, edaleta tam dixwazin. Ji Îdirê heta Edîrneyê ji Îzmîrê heta Şirnexê her kes hînî heqîqetê bûn. Li nexweşxaneya dewletê komkujiyeke organîzekirî çêbû. Dîmenên kamerayên ewlehiyê yên nexweşxaneyê çima ji me û ji raya giştî tên veşartin?”