Malbata Şenyaşar berxwedana xwe didomîne
Malbata Şenyaşar di roja 535’emîn a nobeta xwe ya edaletê de, bang li rayedaran dike.
Riha – Nobeta ‘edaletê’ ya Emîne Şenyaşar a ku 14'ê Hezîrana 2018'an di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû, di 9’ê Adarê de li ber Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin, di roja xwe ya 534’emîn de berdewam dike.
Malbata Şenyaşar saetên serê sibê ji mala xwe ya li navçeya Pirsûsê hatin pêş Edliyeya Rihayê. Malbata ku bi biryara walîtiyê ji 8'ê Tebaxê ve bi gotina "Qedexeye ku li pêş avahiya cemaweriyê çalaki bên lidarxistin” hat astengkirin, bi helwesta xwe ya bi biryar li qada siya edliyeyê dest bi çalakiya xwe kirin. Polîsên nekarîn berxwedana malbatê bişkînin, hewl dan dîmen kişandina rojnamegeran asteng bikin. Piştî gef li rojnamegeran hat xwarîn, malbat derbasî qada ku weke “Quncikê edaletê yê malbata Şenyaşar” tê binavkirin bû û li wir daxuyanî da.
“Ev bêhiqûqî ketin dîrokê”
Ferît Şenyaşar ê di daxuyaniyê de axivî wiha got: “Ev du hefte ne her roj, rayedar ji bo me ji edliyeyê dûr bixînin, hewl didin bi zorê qanûnan derxin. Ev du roj in ev zext li pêşberî biryardariya me hat rakirin. Her kesê ku tê fêhm dike ku em bi biryar in û gavekê bi paş ve diavêje. Ger Tirkiye dewleteke hiqûqê ye, em dixwazin tişta hewce bê kirin. Dema me dest bi Nobeda Edaletê kir, me got ‘heta daxwazên me bi cih neyên em ê ji vir neçin’. Heke mirinek hebe, dê li ber edliyeyê be. Daxwazên me bi temamî qanûnî ne. Li nexweşxaneya dewletê 3 mirov hatin qetilkirin, du ambûlansên dewletê anîn rewşa ku neyê bikar anîn. Birayekî min jî 4 sal in bi awayekî bêhiqûqî di hucreyeke yek kesî de tê ragirtin. Ev bêhiqûqî derbasî dîrokê bû.”
“Wê bikevin dîrokê”
Malbata Şenyaşar li ser hesaba xwe ya medyayê hesaba Wezareta Dadê etîket kir û ev peyam parve kir: “Berxwedana dayikê li dijî neheqiyê bû roman. Her kesên ku bixwînin wê bizanin ku çiqas neheqî li dayika dilşewat hatiye kirin. Dayik hêj li ber deriyê edliyeyê ye, kesên ji vê qêrînê re bêdeng dimînin wê bikevin dîrokê.”