Mala Zarokan: Him stargeh him dibistan

Mala Zarokan ji bo zarokên bê dê û bavên xwe di şer de winda kirine hatiye avakirin, ne tenê stargehek e, di heman demê de qadeke jiyanê ye ku zarok bi ewlehî lê dijîn, perwerdehiyê dibînin û bi têgihîştina civatek demokratîk mezin dibin.

ZEYNEB ÎSA

Qamişlo Di şerê bi salan ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, zarokan bedelên herî giran dane. Ji bo bi sedan zarokên ku dê û bavên xwe winda kirin û sêwî man, Ofîsa Parastina Zarokan a di bin Desteya Jinan de li Kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di sala 2015’an de Mala Zarokan ava kir. Îro, Mala Zarokan ne tenê bi peydakirina malek ewle ji bo zarokên sêwî, lê di heman demê de bi girêdana wan bi perwerdehiyê û amadekirina wan ji bo pêşerojê bi nirxên civaka demokratîk ve jî xebata xwe didomîne.

Rêvebera Ofîsa parastina Zarokan ya Desteya Jinan a Kantona Cizîrê Nûdem Şero ji ajansa me re behsa armanca wan a ji vekirina mala zarokan kir.

‘Ji bo zarokên sêwî mala zarokan hat avakirin’

Nûdem Şero diyar kir ku mala zarokan ji bo zarokên sêwî yên ku dê û bavê wan di şer de hatine qetilkirin  hatiye avakirin û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Di destpêkirina Şoreşa Rojava de gelek şer li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat kirin. Di nav van salên şoreşê de û şerê ku hatî kirin, gelek zarok sêwî man. Dê û bavên wan di encama şer de hatin qetilkirin, cihek bi ewle ji bo wan zarokan nema. Ji bo ku ev zarok di cihekî bi ewle de bijîh û pêşerojek baş ji wan re were avakirin, me mala zarokan ji wan re da avakirin. Mala zarokan di bin çavdêriya Rêveberiya Xweser û sîwana Desteya Jinan de hat avakirin da ku ew zarokên sêwî tê de bi cih bibin û ji bo wan stargeheke bi ewle be. Her zarokek ku derbasî malê dibû bi reng, çand û zimanek cuda derbas dibû, ji bo wê jî di destpêkê de gelek zehmetî hatin jiyankirin. Ji ber ku ne hesan bû zarok qebûl bike kesê di wê male de ji xwe re dayîk bibîne û êdî wê male ji xwe re mal bibînin.” 

‘Zarok li ser fikrê civaka demokratîk mezin dibin’

Nûdem Şero da zanîn ku perwerdeyên fêrkirina xwendin û nivîsandinê ji wan zaroka re tê dayîn û li ser fikrê civaka demokratîk mezin dibin û wiha pê de çû: “Di Mala Zarokan de barê herî giran ji rêveberî û mamosteyên zaroka re bû. Ji ber ku ew zarok fêrî malê, sîstem û perwerdê kirin. Di mala zarokan de 42 endam hene ku bi zarokan re mijûl dibin. Yên ji bo fêrkirin, paqijkirin û yên ji bo fêrkirina danûstandina şêwazên wan her endamek û bi karekî radibe. Zarokên ku di mala zarokan de bi cih dibin, me wan da xwendin. 42 zarok niha fêrî xwendin û nivîsandinê dibin. Di mala zarokan de gelek çalakî ji wan re tên kirin, weke çalakiyên fêrkirin, yên kêfê. Gelek caran perwerde ji wan re tên dayîn. Di heman demê de jî semînerên ji bo ku psîkolojiya wan baş bibe tên dayîn. Gelek çalakî ji zarokan re divin ji bo ku ew zarok li ser hişmendiyeke baş mezin bibin û tiştê herî bingehîn, em zarokan fêr dikin ku li ser fikrê Civaka Demokratîk mezin bibin. Di destpêkê de em zarokan fêrî çandiniyê dikin, ji bo ku ji axa welatê xwe hez bike û welatê xwe biparêze.”

‘Zarok pêşeroja civaka me ne’

Nûdem Şero diyar kir ku di demên pêş de wê gelek pirojeyan ji zarokan re ava bikin û wiha bi dawî kir: “Mala Zarokan ne tenê mala ku zarokên sêwî mane di wir de bi cih dibin e. Zarok hene ku di malbaatên wan de berdan çêbûne, ew zarok li ortê mane. Em wan zarokan digrin û di mala zarokan de bicih dikin. Lê hin jê ew pirsgrêkên berdanê çareser dibin, em wan zarokan bi riyeke sîstemkirî li malbatên wan vedigerînin. Lê zarokên ku pirsgrêkên wan nayên çareserkirin, li cem me bi cih dibin. Heta temenê 18 salî û ji 18’e saliyê û bi şûn de ew bi destên xwe pêşeroja xwe diyar dikin. Em hewl didin ku gelek projeyan ji van zarokan re bidin avakirin. Ji ber ku gelek zarok hene jêhatiyên wan hene ji bo ku wan jêhatiyên xwe derxin pêş, em projeyan ava dikin. Em dixwazin ku tu carî mafê zarokan tune nekin, derfetên herî baş ji zarokan re ava bikin, ji ber ku zarok pêşeroja civaka me ne.”