Mai Sato: Divê biryara cezayê darvekirinê yê Şerîfe Mihemedî bê xirakirin
Raportora Taybet a Neteweyên Yekbûyî ya Mafên Mirovan li Îranê Mai Sato, erêkirina cezayê darvekirinê yê ji bo Şerîfe Mihemedî şermezar kir û banga hilweşandina cezayê darvekirinê yê Şerîfe Mihemedî kir.

Navenda Nûçeyan – Raportora Taybet a Neteweyên Yekbûyî ya Mafên Mirovan li Îranê Mai Sato, li ser malpera xwe ya fermî, têkildarî erêkirina cezayê darvekirinê yê çalakvan û kedkara mafê jinan Şerîfe Mihemedî ya ji aliyê rejîma Îranê ve, peyamek parve kir.
Mati Sato di peyama xwe de erêkirina cezayê darvekirinê şermezar kir û got; “Şerîfe Mihemedî hemû tometbarên rejîma Îranê redkiriye û li hemberî vê Dadgeha Bilind ya Îranê bêku belgeyan berçavan bigre, biryara darvekirinê pejirandiye. Şerîfe Mihemedî ji parêzerên xwe bêpar hatiye hiştin û di dema lêpirsînê de rûbirûyî îşkeceyê hatiye. Herwiha 5 mehan di hûcreya takekesî de hatiye hiştin. Em banga hilweşandina cezayê darvekirinê yê Şerîfe Mihemedî dikin.”