Madeyên kîmyewî yên di berhemên kozmetîkê de xeterê çêdikin
Li gorî Rapora Naveroka Bedewî û Lênihêrîna Kesane ya 2025’an, madeyên kîmyewî yên bi navê PFAS di 52 ji sedî ji 231 berhemên kozmetîk de hatine tesbîtkirin.

Navenda Nûçeyan – Li gorî Rapora Naveroka Bedewî û Lênihêrîna Kesane ya 2025’an, madeyên kîmyewî yên ku wekî xetereya bilind tên dabeşkirin hê jî di berhemên weke şampuan, balsam, fondasyon û rûnê lêv de gelemperî ne.
Li gorî lêkolînan, ji sedî 52’yê 231 berhemên kozmetîkî yên ku li Dewletên Yekbûyî yên Emerîka û Kanadayê hatine firotin, kîmyewiyên bi navê PFAS dihewînin. Ev made dikarin hevsengiya hormonan xerab bikin û bi pirsgirêkên tenduristiyê yên ji pençeşêrê bigre heya gelek nexweşiyan ve girêdayî ne.
Agahî li ser etîketê nayê dayîn
Herwiha, hat dîtin ku di etîketên ji %88 berheman de ev made tune ne. Pispor tekez dikin ku madeyên mîna formaldehîdê di amûrên rastkirina por de bi taybetî di berhemên ku ji bo jinên reşik hatine çêkirin de pir in û ev kîmyewî bi penceşêrê ve girêdayî ne.
Madeyên kîmyewî yên di berheman de
Di raporê de madeyên kîmyewî yên ku divê di van berheman de herî zêde li ber çavan werin girtin wiha hatine rêzkirin: Cyclopentasiloxane û Cyclomethicone (derivatên silîkonê), Methylparaben (terkerê hormonê), BHT (Butylated hydroxytoluene) (terkerê endokrîn û jehrîn ji bo jîngehê), D&C Red 27, 28 (boyaxên ku bandorê li pergalên parastinê û hilberandinê dikin).
Ji sedî 4 naveroka xetereya bilind dihewîne
ChemFORWARD, rêxistina ku rapor amade kiriye, diyar kir ku rêjeya kîmyewiyên xeternak ji sedî 2 kêm bûye û formulasyonên bi ewle zêde bûne. Lê belê hê jî hat dîtin ku nêzî ji sedî 4’ê 50,000 berheman madeyên xeternak dihewînin.