Li Bîngazî cenazeyê 7 zarokên xwendekar hate dîtin
Li bajarê Bingazî ya rojhilatê Lîbyayê, di nava wesayîtekî de cenazeyê bav û 7 zarokên bi cil û bergên dibistanê hate dîtin.

Navenda Nûçeyan – Li bajarê Bingazî ya Rojhilatê Lîbyayê, di 21’ê Cotmehê de komkujiyekî ku kolanên Lîbyayê hejand qewimî. Di wesayîtekî de cenazeyê 7 zarokan û bavê wan hate dîtin.
Li gorî lêpirsînên destpêkê, bavekî û 7 zarokên wî rastî êrîşekî çekdarî hatiye. Ev yek gumanên ku bav zarokên xwe kuştiye û piştre xwe kuştiye, avadike. Lêbelê heta niha derbarê bûyerê de hûrgiliyên zelal nehatin bidestxistin.
Bûyer li bajarê Bingazî ya rojhilatê welat qewimî. Dîmenekî ku li ser medyaya dîjîtal hate parvekirin kêliyên hovanê ya cenazeyên di nava wesayîtê de nîşan da. Wesayît li kolanekî ya li navçeya Talhiya-El-Huwari ya Bîngazî hate dîtin.
Di wesayîtê de cenazeyê 7 zarokên bi cil û berg û çeteyên dibistanê re hate dîtin. Li gorî lêpirsînên destpêkê, êrîşa çekdarî pêkhatiye û êrîş ji mesafeyek nêz pêkhatiye. Her wiha di destê bav de jî çekek hate dîtin.