Ma kî dikare ronahiya rojê bikuje

MEDYA HAWAR

Şengal beriya 10 salan rastî Fermana 74’an hat, bi hezaran şehîd bûn û bihezaran esîr bûn. Mixabin bi hezaran jî di gorên komî de ne. Di wê fermanê de kesên ku karîn xwe xilas bikin berê xwe dan riya koçberiyê.

Ev kî ne êrîş dikin, çima êrîş dikin, dijminê Êzidiyan heye? Gelo kî ne? Çima dijminê Êzidiyan e? Hêzek hebû her roj qaşo parastin dikirin, ew li kur in niha? Reviyan! Çima reviyan? Di wê fermanê de li gel tirs, tîbûn û birsîbûnê ev pirs di serê her Êzidiyekî de hebû. Berê wan li kur bû nedizanîn, kî li pişt wan bûn nedizanî. Çarenûsa wan çibû. Gelo wê dîsa li Şengal vegerin yan na, tiştek nedizanîn. Tenê dizanîn ku hêzek ji Çiyayê Kurdistanê hatine bi hewara wan ve û wan xilas dikin.

Parastvana exlaqên mirovahiyê

Civaka Êzidî ya Şengalê tu carî êrîşî kesekî nekirine, her dem tişta baş ji cîranê xwe re xwestine piştre ji xwe re xwestine. Dema ku çeteyên DAIŞ êrîş kirin bawer nedikirin ku di serdema 21’ê de rastî fermanekê werin. Digotin her dem em aştî xwazin û em nebûne alîgirê kesekî yan dijminê kesekî. Ji bo  wê jî hîç dijminekî me nine. Pilanên qirêj û dûrî exlaq û pîvanê mirovahiyê, li ser civaka herî pîroz, xwediya pîvan û exlaqên herî pak û zela hatin kirin û mixabin di serdema 21’ê de ev civaka kevnar rastî fermana 74’an hat.

Ez roj perest im, tune nabim

Her civakekî ku rastî fermanê hatiye, xwe di nav şînê de hiştiye, bi rengê reş xwe pêçaye û di nav xwe de maye. Her êrîşekî ku çêdibe diserî de berê xwe dide jinê û wê hildweşîne, qetil dike, tecawiz dike. Bi vî rengî wê civakê jinav dibe yan jî seqet dike. Êrîşa ku hate serê Şengalê jî bi heman armancê bû. Di serî de jin kirin hedef, qetil kirin, şewitandin, revandin, tecawiz kirin, firotin û tiştên dûrî fikirandinê anîn serê jina Êzidî. Gotinekî pêşiyan heye dema ku kesek pir xemgîn û westiyî diyar be dibêje “mal nexirab ma barê çiyayê Şengalê li pişta te ye” me di vê fermanê de dît ka ew bar çiye. Jina Êzidî êşa ku jiyan kir çiyayê Şengalê bi ezameta xwe nekarî rake, lê jina êzidî ew êş hemû da aliyekî û serî rakir. Bi cilê xwe yê sipî û şûtika xwe ya ji rengê rojê ye serî rakir û got ‘raste ez bermahiya 74 fermana me, lê ez hêz û koka dîrokê me, ez tune nabim. Baweriya min Êzidiye, ez roj perestim, ma kî dikare ronahiya rojê bikuje’.

Felsefeya azadiyê

Armanc ji wê fermanê ew bû ku vê kokê tune bike, lê ev car ne weke carên berê bû. Di serdema vê fermanê de felsefeyek hebû, fikir û ramanekî azad hebû ku hemû duniya ji ber azameta wê diheje. Felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bawerî, çand, exlaq û pîvanên ku ber bi tunebûnê ve diçûn zindî kir. Hêza jina Êzidî, baweriya wê û roj perestiya wê nirxand û jêre got tu hêza azadiyê ye. Azadiya jin riya hebûna civakê ye. Jina êzidî bi vê felsefeyê bû hêza hebûna civakê û îroj pêşenga jiyana azade.