Lubnan: Nêzî 2 hezar û 300 kes hatin kuştin

Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ragihand ku ji destpêka şerê Îsraîlê û Hizbullahê heta dema ragihandina agirbestê nêzî 2 hezar û 300 kes li Lubnanê hatine kuştin.

Navenda Nûçeyan – Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ragihand ku ji destpêka şerê Îsraîlê û Hizbullahê, heta ragihandina agirbestê nêzî 2 hezar û 300 kes li Lubnanê hatine kuştin.

‘100 xebatkarên tenduristiyê û 177 jî zarok hatine kûştin’

Li gorî daxuyaniya Wezaretê, bîlançoya nedawî ya êrîşên Îsraîlê ku ji 2ˊyê Adarê heta şeva 16ˊê Nîsanê ve du hezar û 294 kes mirine û heft hezar û 544 kes jî birîdnar bûne. Wezaretê diyar kir ku  di nav kuştiyan de 100 xebatkarên tenduristiyê hene û 177 jî zarok in.