Hunermenda xemilandina cilên Kurdî: Em çanda xwe biparêzin

Fatma Elî ku aksesuran çêdike û li gorî demsalan cil û bergên Kurdî dixemilîne, got ku “Her karek ku remza neteweyî heye, mirov dixwaze wê biparêze, erkê hikûmetê ye ku cihên taybet û qursan vekin” û banga parastina çandî kir.

MÎHRÎBAN SELAM

Helebce- Em niha di serdemek wisa de ne ku pîşe sal bi sal diguherin û her gav dibe sedema wêrankirina çanda Kurdî. Lê belê, niha nifşek heye ku dixwaze hunerên çandî biparêze û diyar dikin ku ger hikûmet alîkariya wan bike, ew dikarin çand û hunera xwe biparêzin. Her wiha jin jî girîngiyê didin kalîteyê da ku hunera wan nebe bazirganî, sembola Kurdî pê ve diyar be.

Hunermenda dirûtinê Fatma Elî ku nişteciha Silêmaniyê ye, aksesuran çêdike û li gorî demsalan cil û bergên Kûrdî û normal dixemilîne. Fatma Elî diyar kir ku ji karê xwe gelek hez dike, dixwaze bi awayekê hem cilên derve û hem jî cilên Kurdî amade bike û wiha got: “Ez zêdetir ji çêkirina cilûbergên Kurdî hez dikim. Ji ber ku çandî ye û ez hez dikim zindî bimîne.”

‘Ez dixwazim tiştên ku çêdikim bimînin’

Fatma Elî ya destrengîn got: “Ez hez dikim tiştên çandî li ser cilên Kurdî bikar bînim û wan biparêzim. Hem fêdeyên madî ji bo min hene û hem jî ez ji kar hez dikim. Hem tiştên çandî dê bimînin. Çend kesan xwestine û xwestine bimînin û min jê re gotiye min agahî li gel xwe nehiştine. Ji ber ez bawer dikim ku kesê ku dizane çawa zikata malê dinyayê heye, zikata zanistê jî heye. Ez nabêjim ez tiştekî dizanim, lê tiştê biçûk ê li ser maseyê, ez dizanim ya jê hez bike dê fêr bibe. Ji bo parastina çandê çi ji destê min bê ez ê bikim û dixwazim fêr bikim.”

‘Divê hikûmet piştgiriya mijarên neteweyî bike’

Têkildarî tiştê ku dikare bê kirin da ku çand bimîne, Fatma Elî ya destrengîn da zanîn ku her karê ku sembola neteweyî hebe, divê bê parastin. Fatma destnîşan kir ku erkê hikûmetê ye divê cihên taybet hebe û qûrsan veke û wiha domand: “Divê ji bo parastina çanda me çi ji destê me bê em bikin. Ez gelek dixwazim qursan vekim, lê ji bo min ne guncaw e, ji ber ku ev qurs dem digirin. Min bi rêya malper û telefonan hewl da gelek kesên li dora xwe fêr bikim. Min hewl da ku dersên onlîne li ser malperên medyaya dijîtal bidim.”

‘Di karê destan de giyan heye’

Fatma Elî di dawiya axaftina xwe de bang li jinan kir û wiha got: “Bila li ser kalîteya karê xwe  bixebitin, ji ber ku karê destan têkiliya bi giyan re ye. Ew karek hestan e û bila kalîteya wê gelek baş be, wek giyan be. Ev ne karê kargehan e, ji ber ku di karê kargehan de giyan tune ye. Lê tiştê giyanî ew e ku hûn hîs dikin du dest bi hev re vî karî diafirînin. Ez bi xwe ger ji tiştekê hez nekin, nikarim çêbikim. Banga min ji bo hemû jinên ku karê dest dikin ew e ku girîngiyê bidin kalîteyê. Tenê wek bazirganiyê nefikirin. Ger bikin karê bazirganiyê, hunera destan dê kirêt bibe û hêdî hêdî wateya xwe winda dike û tune dibe.”