Lîstikvana Misrî Somaya El-Alfy koça dawî kir

Hunermenda Misrî Somaya El-Alfy a 72 salî, li nexweşxaneyeke Qahîreyê ji ber nexweşiya penceşêrê dihat dermankirin, koça dawî kir.

Navenda Nûçeyan – Somaya El-Alfy yek ji stêrkên pêşeng ên drama û sînemaya Misrî bû ku bi zêdetirê 100 berhemên cûda ya di şano, televîzyon û fîlman de şopek hunerî ya bêhempa hişt.

Lîstikvana Misrî Somaya El-Alfy a 72 salî, 20’ê Kanûnê a 72 salî, li nexweşxaneyeke Qahîreyê ji ber nexweşiya penceşêrê dihat dermankirin, koça dawî kir.

Somaya El-Alfy, di 23’ê Tîrmeha 1953’an de li Parêzgeha Şerqiyeyê ji dayik bû û di sala 1978’an de bi fîlma Afwah wa Aranib dest bi kariyera xwe ya lîstikvaniyê kir. Somaya El-Alfy, di fîlm, şano û televîzyonê de zêdetirê 100 berheman de rol girt û bi serkeftina xwe di komedî û dramayê de hat naskirin. Somaya El-Alfy, di berhemên girîng ên mîna Layali El Helmiya, Bawabet El Halawani û El Raya El Bayda de cihgirt.

Somaya El-Alfy, bi lîstikvan Farouk El Fishawy re zewandî bû û dayika du zarokan bû.