‘Li Zîvala Xezayê tu cihekî bi ewle tune ye’

Ji ber êrişên Îsraîlê, şêniyên Xezayê yên li dibistan û navendên stargehan bi cih bûne, diyar kirin ku her dem bi tirsa mirinê dijîn, cihekî bi ewle tune ye û ji bo çareseriyê bang li saziyên navneteweyî kirin.

REFIF ESLEM

Xeza- Ji ber êrişên Îsraîlê yên li ser Zîvala Xezayê didomin, jinên ji cih û warên xwe bûne, li navendên stargehan, bi gelek pirsgirêkan re rûbirû ne. Îsraîl bi êrişan her dem şêniyên Xezayê neçarî koçberiyê dike û bi taybetî jin û zarokan hedef digre.

Yek ji jinên ji warê xwe bûye Safiya Totah e, diyar dike ku ji roja êrişan dest pê kiriye ve heta niha her dem neçar maye cihê xwe biguherîne û wiha got: “Ez li taxa El-Zaytûn a li rojhilatê Bajarê Xezayê dimam. Piştî ku mala min hat bombekirin, neçar mam koç bikim. Ji roja êrişan dest pê kiriye ve heta niha, 5 car in ji cihê xwe têm koçberkirin. Ji ber êrişan bi malbata xwe ya ku ji 12 kesan pêk tê re em li dibistanan dimînin. Diyar nîn e ku dê dawiya me çawa be.”

Her tiştî li pêy xwe hişt

Safiya Totah ragihand ku piştî bombekirinê wê hewl daye ji bin xirbeyên mala xwe eşyayên metbexê derxe û wiha domand: “Lê ji ber ku kişandina eşyayan zor bû min dev jê berda. Ji bo her kesek ji malbatê me tenê çend perçe cil xist çenteyên piştê û em ji malê derketin. Di nava çenteyên me de şûşeyên avê, çend nanê somin û çend cure konserve hebûn. Dema ku em hatin stargehan, em rastî astengiyên ku jiyanê veguherandin dojehê hatin. Her ku germahiya havînê zêde bû, em nikaribûn pêdiviyên xwe yên rojane bi cih bînin. Em di rêza ji bo xwarinê, dora serşûştinê, cilşûştin û firaqşûştinê de gelek zehmetiyan dikşînin.” 

‘Ewlehiya jiyanê tune ye’

Safiye Totah got ku pirsgirêka kehrebê jî heye û gotinên xwe wiha domand: “Mirovan êdî vexarina ava cemidî ji bîr kirine. Em nikarin perwaneyan bixebitînin, mehremiyet tune ye, gelek pêdiviyên me yên bingehîn bi cih nayên. Ji ber kehrebeyê em nikarin telefonên xwe jî şarj bikin. Mirovan hemû tiştên xwe ji dest dan. Kesên ji bomberanan rizgar bûne, neçarî xwarinên konserve, birinc û yên weke wan mane. Ji derveyî dibistanê cihekî ez lê bimînim tune ye. Ji ber vê tevî hemû xeteran jî, em neçar in li dibistanan bimînin. Her ku êrişek çêdibe ez ditirsim lê hewl didim xwe kontrol bikim. Li Zîvala Xezayê tu cihekî bi ewle nemaye, heta ku şer neqede dê jiyan tunebe.”

Ji bin xirbeyan hat derxistin

Maysaa Aslîm jî diyar kir ku li Xezayê cihên bi ewle nemane û wiha got: “Nexweşxane, dibistan, mal hemû hatin bombekirin. Mala min jî hat bombekirin. Ez di bin xirbeyan de mam, komên rizgarkirinê min derxistin. Piştî wê jî neçar mam koçber bibim. Ez gelek caran ji cihê lê dimam derketim. Em niha li cihê dimînin jî her dem bi xetera bombebaranê re rûbirû ne. Her cara ku ez dibihîsim xizmeke min di êrişan de miriye, dilê min teng dibe. Gelek ji me pirsgirêkên derûnî dijîn. Ez pir bi ber rewşa zarokên li stargehan dikevim. Xeyalên wan zarokan ew bûn ku biçin dibistanê bibin bijîjk û endezyar.”

‘Em her roj bi tirsa mirinê dijîn’

Maysaa Aslim, da zanîn ku di demsala havînê de li stargehan bi şev rastî êrişa kermêş û kêzikan tên û wiha bi dawî kir: “Ez bi şev nikarim razêm, ji ber wê xwe bêhal hîs dikim. Em her roj bi tirsa mirinê radibin. Ji ber zehmetiyên em li stargehan dikşînin, pirsgirêkên me zêde dibin. Welat weke bakur û başûr bû du beş û ji ber vê yekê ez nikarim dayika xwe bibînim. Ez bang li hemû saziyên mafên mirovan ên cîhanê dikim ku piştgiriyê bidin me. Bila dawî li van êrişên li ser me were.”