Li Zîvala Rojava di mehekê de 600 kes hatine girtin

Navenda Lêkolînên Girtiyan a Filistînê eşkere kir ku di Tîrmeha borî de 600 kesên di nav de jin û zarok jî hene, li Zîvala Rojava û Orşelîmê hatine girtin û hejmara giştî ya girtinan ji destpêka şerê Xezayê ve gihîştiye 24 hezar û 600’î.

Navenda Nûçeyan – Orşelîm û Zîvala Rojava rastî pêlek nû ya girtinan tên. Ji ber ku hêzên Îsraîlê li gelek deveran kampanyayên berfireh dikin ku bi dehan Filistîniyan hedef digrin. Ev pêşketin di nava aloziyên ewlehiyê yên zêde û operasyonên meydanî yên berdewam de tên ku tirsa niştecihan ji pevçûnek berfirehtir zêde dikin.

Hejmara giştî ya girtinan bû 24 hezar û 600

Navenda Filistînî ya Lêkolînên Girtiyan di meha Tîrmehê de girtina 600 kesan a ji hêla hêzên Îsraîlê ve li Zîvala Rojava û Orşelîmê belge kir. Di nav de 55 zarokên biçûk û 14 jin û jinên ciwan hene. Ev yek hejmara giştî ya girtinan ji 7'ê Cotmeha 2023'an vir ve digihîne 24 hezar û 600’an.

Navendê destnîşan kir ku hêzên Îsraîlê berdewam dikin ku kampanyayên girtinên girseyî li gund, kamp û bajarokên Filistînî pêk bînin. Ev kampanya serdegirtina malan, wêrankirina naveroka wan û girtina kesên ku di hundurê malên desteserkirî de piştî derxistina xwediyên wan têne girtin. Piştre girtî rastî lêpirsînên meydanî yên bi saetan tên, piraniya wan piştî şermezarkirin, lêdan û gefan tên berdan.

Navendê hêzên Îsraîlê tawanbar kir ku bi girtina mehane bi sedan kesan û bi kirina lêpirsînên meydanî ku piraniya wan ciwan in, wek beşek ji siyaseta cezakirin û zexta kolektîf a li dijî Filistîniyan, siyasetek sîstematîk a kêmkirina çavkaniyên mirovan li Zîvala Rojava dimeşînin.

Di mehekê de 55 zarok hatine girtin

Wê piştrast kir ku kampanyayên girtinê di meha Tîrmehê de 55 zarokên di bin 18 salî de dihewîne. Saziyê got ku hin ji wan piştî çend seatan an rojan lêpirsînê serbest hatine berdan, hinên din jî ji bo navendên binçavkirinê hatine veguhastin û hin jî bêyî sûcdarkirinê di bin çavdêriya îdarî de hatine dayîn.

14 jin hatine girtin

Navendê ragihand ku hêzên Îsraîlê 14 jin û jinên ciwan girtine, di nav wan de Dr. Cemîla Dahou û hemşîre Cemîla Kenaan ji Ramallah, Batoul Îsmaîl Cemal ji Tulkermê, girtiyê serbestberdayî Meysar el-Feqîh, Faten Murad Henayşeh ji Nablus, Ataf Bader ji Hebron, Basmala Hawashin ji Cenînê, Zahdiya Rebah Badir ji Tulkermê, Arham Cumaa Bani Odeh ji Temûnê, Shahd Ehmed Daraxmeh ji Tubasê û Israa Nasrallah hene.

Di Tîrmehê de 500 ferman hatine derxistin

Navendê eşkare kir ku hêzên Îsraîlê di meha Tîrmehê de zêdetirî 500 fermanên girtina îdarî, di nav de fermanên nû û nûkirin, bêyî sûcdariyan, li ser bingeha pêşniyarên ji servîsa ewlehiyê ya Shin Bet derxistine.

136 girtiyên beriya şer hatibûn girtin hatin berdan

Navenda Filistînî ya Lêkolînên Girtiyan eşkare kir ku hêzên Îsraîlê piştî demên cûda yên girtinê, 136 girtiyên ji Zîvala Xezayê berdane. Di nav wan de 40 karker hebûn ku berî destpêkirina şer a li Zîvala Rojava hatibûn girtin. Navendê destnîşan kir ku gelek ji wan ji ber îşkence û birçîbûnê ji ber rewşên tenduristî û psîkolojîk ên dijwar dikşînin, ji ber vê ew ji bo dermankirinê veguhestine nexweşxaneyan.

Navendê lê zêde kir ku hêzên Îsraîlê pênc masîgir li peravên Şerîda Xezayê dema ku ew dixebitîn girtin. Her wiha piştî ku di bin parastina hewayî de derbasî deverên koçberên rojavayê "Xeta Zer" bûn, wan li rojhilat, bakur û başûrê Xezayê bi dehan Filistînî girtin.