Abdullah Ocalan: Divê provakasyona li Rojava demildest bê rawestandin

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan geşedanên dawî û qetilkirina şervanê Tugaya Hesekê Sîpan Hiznî wekî "provokasyon" bi nav kir û destnîşan kir ku divê ev sabotaja li dijî zemîna diyalogê demildest bê rawestandin.

Navenda Nûçeyan – Li gor agahiyên ji çavkaniyên pêbawer ên DEM Partiyê hatine girtin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di hevdîtina dawî de li ser bûyerên Rojava, nîqaşên li ser Elewiyan û rewşa Îranê nirxandinên girîng kirine. Abdullah Ocalan bûyerên li Rojava wek provakasyon nirxandiye û aniye ziman ku divê sabotaja li dijî zemîna dîaloge, demildest bê rawestandin.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan herî dawî di 13ê Îlonê de bi heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê ku ji parlamenter Pervîn Buldan, Mîthat Sancar û parêzer Faîk Ozgur Erol pêk tê re li Girava Îmraliyê hevdîtinek kir. Hat zanîn ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di hevdîtina dawî ya bi heyetê re li ser bûyera li Rojava, nîqaşa li ser Elewiyan û darvekirinên li Îranê û zextên rejîmê li ser Kurdan nirxandinên berfireh kiriye.

Geşedanên li Rojava û provokasyon

Hat destnîşnkirin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di hevdîtinê de li ser qetilkirina Şervanê Tugaya Hesekê Sîpan Hiznî û bûyerên li Rojava qewimîne jî nirxandin kiriye. Hat diyarkirin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan geşedanên li Rojava diqewimin wek provakasyon bi nav kiriye û wiha gotiye: “Hûn ê ciwanekî bi awayekî hovanê qetil bikin û piştrê jî bikin hincet ku bikevin bajêr. Ew provakasyonek e. Divê ev sabotaja li dijî zemîna dîaloge, demildest bê rawestandin.”

Fikarên Elewiyan û tifaqa demokratîk a gelan

Çavkaniyên pêbawer ên di nava pêvajoyê de ne, diyar kirin ku Rêberê Gelê Kurd li ser fikarên Elewiyan ên ji ber nîqaşên têkildarî mijara Îdrîs-Î Bîtlîsî tên domandin jî rawestiyaye. Li gor agahiyên Abdullah Ocalan di hevdîtinê de derbarê mijarê de ev nirxandin kirine: “Bi bîrxistina tîfaqa Îdrîs-î Bîtlîsî bi mîrên Sunnî re ne wateya bi hemû kêmasiyan ve tîfaqê zindî bikin. Berovajî vê yekê tîfaqa ku ji berê li gor berjewendiyên mîr û serdestan ava bûye îro li gor berjewendiyên gelan û baweriyan ji nû ve bikin. Helbet divê em fikarên Elewiyan ku ji ber bîra dîrokî cîddî bigirin. Di vir de armanc ne ew e ku Elewiyan di nava Sunniyan de bihêlînin, Kurd û Elewiyan bi nasname û taybetmendiyên wan ve bikin kirdeya avakar a vê tîfaqa demokratîk. Ya ku em qal dikin ne tîfaqa mîran e lê ya gelan e. Armanc ne tîfaqa serdestan e lê ya wekhevî û azadiyê ye. Ronesansa Elewiyan jî yek jî sutana bingehîn a vê paşeroja hevpar û demokratîk e.”

Stratejiya PJAKê û bangehên ji bo Îranê

Her wiha çavkaniyên pêbawer da zanîn ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser Îranê jî rawestiya û ew nirxandin kirine: “Stratejiya PJAKê rast e. Stratejiya beyî bikevin bandora tu aliyan, gel biparêzin di cih de ye. Divê Îran darvekirinan rawestinê û dest ji êrîşên li ser herêmên Kurdan berde. Heke vê yekê nêkin, mafê parastina reva ya gelê Kurd heye. Divê Tirkiyeyê jî di vir de roleke erênî bilîze.”