Li Zaxoyê du bûyer qewimîn: Jinek ciwan a ji Şengalê jiyana xwe ji dest da bav û keça xwe jî winda ne

Polîsên Zaxoyê, du bûyerên cuda yên qewimîn ragihandin û diyar kirin ku jineke ciwan a ji Şengalê dawî li jiyana xwe aniye, bav û keça xwe ya li kampa Çemmeşko dimînin jî nayê zanîn çi hatiye serê wan.

Navenda Nûçeyan- Koçberên Şengalê li Başûrê Kurdistanê di rewşek xirab de ne. Tunebûna pêwîstiyan li kampan, gelek zêde ne, gelek caran konên wan dişewitin, rastî bêkarî û qeyaranan tên û nikarin bi awayek azad ji kampê derbikevin.

Jinên koçber li kampan rastî tundîtujiyê tên û neçar dimînin di temenek biçûk de werin zawicandin, ji derveyî wê jî tunebûna derfetên kar jiyana wan zehmet kiriye. Di sala 2021’ê de 4 jinên ciwan, li kampên Dihok û Zaxoyê de dawî li jiyana xwe anîn û heta niha jî ev bûyer bi guman in.

Di 5’ê Tebaxê de rêveberê polîsên Zaxoyê ragihand ku jineke ciwan a ji Şengalê bi navê N.S.M. ku di sala 2008’an de ji dayik bûye dawî li jiyana xwe aniye û cenazeyê wê rakirine nexweşxaneya dadê ya wî bajarî û tu agahiyek der barê wê de nehat zanîn.

Di bûyerek din ya ku duh, di 5’ê Tabaxê de qewimî de jî mêrê bi navê Farûq Mîrza Xelef û keça wî Axîn Farûq ku ji Şengalê ne li kampa Çemmişkûn a li sînorê Zaxoyê dimînin, nayê zanîn ka çi bi serê wan hatiye. Polîsên Zaxoyê der barê bûyerê de daxwaza hevkariya dîtina bav û kaça wê kir

Cihê balkêşiyê ye ku penaberên Şengalê piştî 3’ê Tebaxa sala 2014’an êrîşên çeteyên DAIŞ’ê li ser Şengalê berê xwe dan bajarên herêma Kurdistanê û jiyana xwe di nava kampan de berdewam dikin. Piştî rizgarkirina Şengalê û aramiya herêmê penaberan xwestin vegerin warê xwe lê belê PDK’ê astengî ji wan re derxist û rê nadin careke din vegerin Şengalê.