Li zanîngehan protestoya Îsraîlê belav dibe

Li DYE’yê di merasîma mezûniyetê ya li Zanîngeha Columbia de Îsraîl hate protestokirin, li Îngiltere û Yewnanistanê jî xwendekarên zanîngehê xwestin êriş bên dawî anîn.

Navenda Nûçeyan – Çalakiyên piştgiriya Filistînê ya li DYE’yê dest pê kir, belavî gelek welatan bû. Xwendekaran kampusên zanîngehê veguherandin qadên çalakî.

Li DYE’yê, di merasîma mezûniyetê ya xwendekarên Fakûlteya Hiqûqê ya Zanîngeha Columbia de, hinek mezûnên alîgirê Filistînê li dijî rêveberiya dibistanê protesyoyek bêdeng pêkanîn. Di merasîma mezûniyetê ya li kompleksek werzişê hate lidarxistin de, hin xwendekarên ji fakûlteya hiqûqê derçûn, bi kefiye û stûmalên bi rengên ala Filistînê derketin ser dikê. Hin xwendekaran jî di merasîmê de "Niha Agirbest" vekirin. Xwendekarên hiqûqê bertek nîşanî ji aliyê polîsan ve dawîanîna çalakiyên li kampusa navendî ya zanîngehê dan, dema belgeyên xwe yên mezûniyetê girtin xwestin destê xwe bidin mamosteyê xwe.

Zanîngeha Columbia merasîma mezûniyeta sereke hat betalkirin

Rêveberiya Zanîngeha Columbiayê, ji ber van protestoyan heyî merasîma sereke ya mezûniyetê ya dihat payîn li kampusa sereke ya dibistanê bê lidarxistin, betal kir. Li saziyên xwendina bilind ên li DYE’yê dema dikeve betlaneya havînê, merasîmên mezûniyetê yên ku li gelek kampusên zanîngehan veguherin çalakiyên piştgirî yên ji bo Filistînê.

Li Îngiltereyê çalakiyên piştgirî dayîna Filistînê didome

Li Îngitereyê ji çalakiya ku xwendekarên zanîngehê li kampusan kon vedan re Zanîngeha Queen Mary ya Londonê ya li Londrayê jî tevlî bû. Xwendekarên ku li baxçeyê kampusê gelek kon vedan, di xwepêşandana ku li kampusê pêkanîn de êrîşa bejayî ya Îsraîlê ya li dijî Refahê jî şermezar kirin. Xwendekaran, xwestin zanîngeh têkiliyên xwe yên bi şîrketên ku piştgiriyê didin Îsraîlê qut bike. Li Îngilterê xwendekaran di konên ku nêzî 20 kampusên zanîngehan vedan de çalakiyên xwe didomînin.

Li Yewnanistanê xwendekar di çalakiyê de ne

Li paytexta Yewnanistanê Atînayê, piştî banga yekîtiyê ya xwendekaran çalakiyên piştgirî dayîma Filistînê hate lidarxistin. Xwendekarên li Yewnanistanê jî li ber Zanîngeha Atînayê kom bûn. Di konsera ku di çarçoveya çalakiyê hate lidarxistin de stranên aştî û dostaniyê hatin vegotin, hate xwestin êrîşên Îsraîlê bê dawîanîn. Li cepheya pêşî ya li Zanîngeha Atînayê, pankarta binivîsa “Ev qirikirina mohra Îsraîl, DYE û Yekîtiya Ewropayê hildigre” hate daliqandin. Her wiha li pêşiya zanîngehê kon hatin vedan.